Li Serêkanî û Til Temirê nêzî 100 gund û gundik hatin azadkirin
Li Serêkanî û Til Temirê nêzî 100 gund û gundik hatin azadkirin
Li Serêkanî û Til Temirê nêzî 100 gund û gundik hatin azadkirin
Di operasyoneke hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûrê Serêkaniyê û Rojavayê Til Temirê de nêzî 100 gund û gundik ji çeteyan hatin paqijkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li gundê Alya yê li başûrê Serêkaniyê û li rojavayê Til Temirê hêzên YPG/YPJ'ê derketine operasyonê.
Hat ragihandin ku di vê operasyonê de nêzî 100 deverên ji gund û gundikan pêk tê, ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Navendê got, "Hêzên me wesayîtek, 3 çekên ferdî, demançeyek û gelek alavên leşkerî desteserkirine."