Li seranserê Rojava coşa 4’ê Nîsanê

Li seranserê Rojava coşa 4’ê Nîsanê

Li Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta 4’ê Nîsan roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê hezaran kesan ve dar hatin çandin û şahî hatin lidarxistin. Di bernameyan de welatiyan dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman.

Bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Qamişlo, Dêrik, Gerkê Legê û Hesekê, ji aliyê hezaran kesan ve dar hatin çandin. Piştî çandina daran jî şahî hatin lidarxistin û li ber muzîkê govend hatin gêrandin.

QAMIŞLO

Li hemû taxên Qamişlo bi hezaran kesî ji saetên sibehê de berê xwe dan cadeyên giştî, qad û parkan. Li van deran li ber stranên şoreşgerî û sloganên ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan silav dikin û tilîliyên dayikan dest bi çandiniya daran hate kirin. Di nava welatiyan de nûnerên SZK, TEV-ÇAND, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Demokrata Pêşveru ya Kurd li Sûriyeyê, meclîsên gel, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Li Taxa Qesanwês li ser kolana giştî şitlên daran hatin çandin. Li Taxa Enteriyê jî li ser riya postexaneyê û meydanên taxê hatin çandin. Piştî çandina şitilên daran, welatiyên li herdu taxan tevlî çalakiya çandina daran bibûn, derbasî Goristana Şehîd Delîl bûn û li vir jî şitilên daran çandin. Wesayîtên şaredariyê jî dar avdan.

Di dema çandina daran a li taxan de welatiyan li ber muzîkê govend gêrandin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Li Taxa Kornîş jî Dayîkên Aştiyên, nûnerên Meclîsa Gel li Parka Şehîd Sedîq dar çandin. Li Taxa Hilêliyê û Xerbî jî bi sedan kesan li Qada Osman Sebrî û kolana giştî dar çandin. Her wiha li gundên Hîmo û Girbawiyê jî gundiyan dar çandin. Di hemû çalakiyan de welatiyan bi sloganan dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî endamên Tevga Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) li ser kolana giştî dar çandin. Ciwanên tevlî çalakiyê bûn sloganên ku dilsoziya bi Ocalan re tînin ziman berz kirin. Di çalakiyê de endamên komên muzîkê yên bi navê Botan, Sakîne û Zelal jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Endamên Mala Gel a Dêrikê jî li Parka Mala Gel bi dehan şitilên dar çandin û şahiyek lidar xist.

GIRKÊ LEGÊ

Endamên meclîsên gel ên Girkê Legê û Rimêlan li navendên saziyan û partiyên siyasî, her wiha li navenda sûkê şekir belav kirin. Endamên meclîsan ku cil û bergên netewî li xwe kiribûn û bibûn 3 beş, li tevahiya bajêr geriyan û şekir belav kirin. Hêzên Asayîşê jî li parka Akademiya Asayîşê ya li Bajaroka Rimêlan dar çandin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî endamên Meclîsa Gel û saziyên civakî, li meydana nêzî Mizgefta Eselam şitilên daran çandin. Meydana ku dar lê hatine çandin dora wê hate girtin û navê wê jî wekî “Parka Rêber” hate diyarkirin. Piştî çandina daran jî li heman cihî şahiyek hate lidarxistin û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate nîşandan.