Li ser xeta sînor a Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Li ser xeta sînor a Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

 Di seatên sibê de li ser navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê tevgera helîkopteran pêk hat.

Helîkoterên ji navçeya Geverê rabûn hatin Şemzînan ber bi herêmên Bêzelê, Oramar û Dostkî ve çûn. Helîkopterên ji navçeya Geverê rabûn li 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor û 3'emîn Tabûra Komando ya Çiya danîn. Helîkopterên kobra ji vir rabûn li pey hev li 2'emîn Tabûra Piyade ya Bi Motor û qereqolên leşkerî yên li bajaroka Rûbarok ê li ser xeta sînor a Kurdistana Federal e danîn. Tevgeriya helîkopteran a serê sibê li Şemzînan, Gever û herêma Oramarê destpê kiribû berdewam dikin.

Li alê din polîs û cendermeyên ku di ketina navçeya Şemzînan a li ser riya bajaroka Rûbarokê ne, qontrola lêgerînê, di noqteya qontrolê ya li ser Pira Xiyalê jî wesayît û nasname tên qontrolkirin. Di her destê polîsekî ku lêgerînê pêk tînin de lîsteya navan ku ji 2 rûpelan pêk tê heye.