Li ser sînorê Kaniya Xezalan xendek tên kolandin
Li ser sînorê Kaniya Xezalan xendek tên kolandin
Li ser sînorê Kaniya Xezalan xendek tên kolandin
Li hin herêmên sînor ên di navbera navçeya Riha Kaniya Xezalan (Akçakale) û Girê Spî (Til Ebyad) de, bi maşînên kar xendek tên klandin. Di dema kolandina xendekan de, bi maşînên zirxî tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li hin nuqteyên nêzî Deriyê Gumrukê yê di navbera navçeya Girê Spî ya Rojava û Kaniya Xezalan a Bakur de, xendek tên kolandin.
Li dû kişandina têlên li ser sînor, li aliyê sînor ê Tirkiyeyê xendekên bi du metre berfireh û sê metre kûr, tên kolandin.
Kolandina xendekan ji aliyê personelên leşkerî ve bi maşînên kar tên kirin. Di dema kolandinê de, maşînên zirxî jî tedbîrên ewlekariyê girtin.