Li ser sînor kesên di nobetê de hatin îşkencekirin

Li ser sînor kesên di nobetê de hatin îşkencekirin

Aşkere bû ku 10 kesên di encama êrîşa polîs û leşkerên Tirk a li ser sînor li dijî çalakgerên ku bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re nobet digirtin, pêk hat de hatibûn binçavkirin, hatine îşkencekirin. Ji 10 kesên li gundên Dewşen û Bethê yên Pirsûsê hatibûn binçavkirin, Yasin Turan diyar kir ku du kesên sivîl îfadeya wan girtine û gotine: “Em ê we bidin DAIŞ’ê.”

10 kesên di encama êrîşa polîs û leşkerên Tirk a li gundên Dewşen û Bethê yên li ser sînor li dijî çalakgerên ku bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re nobet digirtin, pêk hat de,  hatibûn binçavkirin. Kesên bi navê  Yasin Turan, Mehmet Nezir Duman, Nurullah Akdogan, Vedat Kural, Ubeydullah Bakır, Selman Yakut, Umut Akdogan, L.Y.  û T.B. û keseke din ku navê wê/î nehate zanîn, da diyarkirin ku ew li binê darekê rûniştibûn, leşker bêyi ku tu hincetek nîşan bidin, ji wesayitan peya bûne û we girtine, birine Qereqola Murşîdpinarê.  

'BELÊ EM ALÎKARIYA DAIŞ’Ê DIKIN'

Ji 10 kesên hatin binçavkirin diyar kir ku di binçavan de îşkence li  wan hatine kirin û got: “Du kesên îfadeya me girtin, sivîl bûn. Ji me re gotine ‘Em ê we bidin destê DAIŞê.” Selman Yakut jî diyar kir ku we bi temamî bi armanca alîkariya mirovahî ya ji bo Kobanê hatine ser sînor û diyar kir ku îşkence li wan kirin. Yakut got: “Ji min re pirsa ‘Wê Kobanê bikeve an na?’ pirsîn. Min jî got ‘Navke’. Piştî min got zêdetir li min xistin. Min jî ji wan re got ‘Hûn alîkariyê didin DAIŞ’ê’. Wan jî ji min re got ‘Belê rast e, em alîkarî didin DAIŞ’ê’.

Umuet Aydogdu jî diyar kir ku fermandarê Qereqola Murşîtpinarê ji me re got: “Gelo merhemeta leşker û artêşa Tirk we ewqas har kiriye’. Ji me re got ku ew ê her tişê bînin serê we. Em ê we bidin DAIŞ’ê.” Aydogdu da zanîn ku ew piştre birine odeyek din a qereqolê û kesên sivîl li wan xistine.

Aydogdu got ku yek ji wan ji min re gotiye: "Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan gotiye ‘Pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye’, çima gotiye.  Ji me re gotin hûn rojane li ku dimînin, kî xwarin û cih dide we. Min got nizanim û ez tu pere ji kesî nagirim. Piştî ku min ev got careke din li min xistin. Ji min re gotin ‘Tu ji Xwedê bawer dikî?’ min jî got ‘belê bawer dikim. Piştre gotin ‘Tu nimêjan dikî? Diçî nimêja Înê û nimêja cejnê? Min got ‘na’. Piştre ji min re gotin ‘Divê DAIŞ te bikuje. Ji min re gotin em ê we bidin DAIŞ’ê û careke din li me xistin.”

Kesên li rastî îşkenceyê hatin, piştî hatin berdan, careke din çûn tevlî çalakiya li ser sînor a bi armanca piştgiriya bi Kobanê re bûn.