Li ser riya Hesekê pevçûnên dijwar: 41 çekdar hatin kuştin
Li ser riya Hesekê pevçûnên dijwar: 41 çekdar hatin kuştin
Li ser riya Hesekê pevçûnên dijwar: 41 çekdar hatin kuştin
Li ser riya di navbera Hesekê û Serêkaniyê de çekdarên Eniya El-Nusra bi tangê êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê û asayîşê kir. Di encama êrîşê de şervanekî YPG’ê û 3 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên ku piştî êrîşê derketin û hîn didomin de 41 êrîşkar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, komeke Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra şevê din saet derdora 12.00’an de li nêzî gundê Mişrafa yê di navbera Hesekê û Serêkaniyê de ye û 4 kîlometre dikeve başûrê Serêkaniyê, êrîşî benda YPG’ê kirin. Hate ragihandina ku êrîş bi tangê pêk hatiye û di encamê de şervanekî YPG’ê û 3 endamên asayîşê jiyana xwe jidest dane.
Piştî êrîşê di navbera Eniya El-Nusra û hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate ragihadin ku di pevçûnan de 41 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 2 wesayîtên doçka jî hatin ruxandin. Pevçûnên li herêmê didomin.