Li ser rêya Riha-Amedê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Li ser rêya Riha-Amedê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Li ser rêya Riha-Amedê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Riha Sêweregê di encama qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wesayîta ajokarê wê Faîk Kulye bû, dema ji bo sersaxiyê diçû gundê Guruz ê Sêweregê, di kîlometreya 4. a navbera Sêwereg û navçeya Amed Çermûgê de wergeriya. Di bûyerê de Faîk û bavê wî Şeyhmus Kulye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Sûltan, Mûsafa û Huseyîn Kulye jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Sêweregê.
