Li ser rêya Elmanya trajediya penaberekî
Li ser rêya Elmanya trajediya penaberekî
Li ser rêya Elmanya trajediya penaberekî
Cûma Mihemed (47) ê ji bo bê Elmanyayê, beriya salekê bi malbata xwe re ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ket ser rê, bi nexweşiya kansera pişikê ketibû. Cûma Mihemed li rawestgeha xwe ya dawî li Elmanyayê bi nexweşiya xwe hesiya û çend roj berê li li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Cûma Mihemed ê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê derket, bi hevser û pênc zarokên xwe re ket ser rêya Elmanyayê. Destpêkê bi peyatî ji Rojava derbasî Tirkiyeê bûn. Tevî gelek zehmetiyan jî ji Tirkiyeyê xwe digihêjinin Bûlgarîstanê. Malbat li vir 8 mehan dimîne, li wargehên ji konan gelek zehmetiyan dikşînin. Bav Cûma Mihemed li vir nesax dikeve û wî radikin nexweşxaneyê. Doktor dibêjin li aliyê rastê yê sînga wî av kom bûye û wî emeliyat dikin. Doktor di heman roja emeliyatê de Cûma Mihemed ê rewşa wî giran ji nexweşxaneyê derdixîne û dişînin cem malbata wî ya li binê kon. Mihemed bi mehan li Bûlgarîstanê di nava êşên giran de dijî. Tevî hemû hewldanan jî, bi hincetên cur be cur nayê tedawîkirin, di ser re nexweşiya wî jî nayê teşhîskirin. Di meha Hezîrana îsal de ku hat bajarê Elmanya Essenê, diçe nexweşxaneyê. Doktorên Elman teşhîsa kansera pişikê dikin û jê re dibêje ku êdî tedawî gelekî dereng e. Li gel vê yekê jî Cûma Mihemed li nexweşxaneyê tê dermankirin û li nexweşxaneya ku çend roj berê ew rakirin, jiyana xwe ji dest dide.
Xizmên wî cenazeyê Mihemed birin bajarê Hesekê cihê lê ji dayik bûye. Hevser û pênc zarokên Mihemed jî niha li kampeke penaberan a li Essenê di nava rewşeke ne diyar de dijîn.
Hevsera Cûma Mihemed Fatma Mihemed diyar kir ku sirgûn û dîasporayê mirin daye wan. Mihemed got, "Min zanîbûya rêya Elmanya wê bibe mirina hevserê min, ez ti carî nedihatim." Fatma Mihemed da xuyakirin ku ji ber ti çareyeke din li pêşiya wan tinebû ew ketine ser rê û got, "Hevserê min li wir di febrîqeya tuxle de dixebitî. Rewşa me baş bû. Kengî êrîşa van çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, hevserê min hat girtin û gef lê hat xwarin. Hewl dane wî birevînin, lê bi şensê hevalên wî yên ereb ên di wesayîtê de li dij derketine û ew rizgar bûye. Piştî vê bûyerê me êdî nexwest li wir bimînin."
Mihemed da zanîn ku li gelemperiya cîhanê Kurd trajediyê dijîn û destnîşan kir ku ew fêm nake, çima dewletên cîhanê li pêşberî vê rewşê bêdeng in.
Fatma Mihemed pirsa "Em ê bi ku ve biçin, gelo kesek wê ji vê re nebêje 'êdî bese'?" pirsî û got, "Belê mirov nikare ji mirinê bireve. Mirin fermana Xwedê ye, lê eger em li ser xaka xwe, li mala xwe bimiriya, min ê tiştek negota. Em ji mirinê reviyan hatin, lê em ketin nav lepê mirinê. Êşa me giran e, bi tenê dikarim vê bêjim."
Zekariya Mihemed jî hînê 22 salî ye, zaroka herî mezin a malbatê ye. Ew jî gelek caran rastî zexta çeteyên DAIŞ'ê hatiye. Rejîma Sûriyeyê hewl daye wî tevlî şer bike, di îşkenceyê re derbas bûye, ji mirinê filitiye. Bi xeyala jiyaneke nû hat Ewropayê. Mîna xwişk û birayên wî yên din mirina ji nişka ve ya bavê wî bandoreke giran li wî jî kiriye. Dizane ku êdî tevahiya barê malbatê li ser milê wî ye. Zekariya Mihemed dibêje, "Me bavê xwe winda kir. Êşa me giran e. Em di rewşeke welê nebaş de ne ku em nikarin bi cenazeyê wî jî biçin. Ev yek rewşa Kurd tê de ye nîşan dide. Em bêçare ne û mexdûr in."
Ala Mihemed hînê 11 salî ye. Bi êşa windakirina bavê xwe dijî. Xemgîn û ji hal ketiye, rewşa ew tê de ne hînê baş fêm nake. Bi tenê dibêje, "Em ê bi bavê xwe re biça gerê."