Li ser herêmên gerîlayan kiryarên balafirên keşfê zêde bûn
Li ser herêmên gerîlayan kiryarên balafirên keşfê zêde bûn
Li ser herêmên gerîlayan kiryarên balafirên keşfê zêde bûn
Hate ragîhandin ku artêşa tirk li herêmên gerîlayan bi wesayîtên hewayî yên bê mirov faliyetên keşfê ên ku dimeşand zêde kiriye.
HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di navbera 2 û 3’ê Nîsanê de li barageha leşkerî ya Elemun û derdora wê ya girêdayê Qilabanê de operasyon pêk aniye û beriya operasyon û dawiya operasyonê keşfên firînê pêk anîne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê wiha got: “Di 2’ê Nîsanê de di saetên serê sibê de li Qilabana Şirnexê li barageha Leşkerî ya Elemun û dora wê ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve operasyonek pêk hatiye û operasyon hate saet 10.00’an vekişiyaye. Di 3’yê Nîsanê de li girê Elemun bi piştgiriya 2 helîkopterên kobra artêşa tirk bi 200 leşkerî operasyon pêk aniye û ber bi saetên êvarê de vekişiyane. Beriya operasyon û dawiya operasyonê bi wesayîtên hewayî yên bên mirov jî keşf hatiye kirin û heta saetên serê sibê yên 4’ê Nîsanê faliyetên xwe berdewam kirine.”
HPG’ê da zanîn ku li herêmên gerîla jî bi balafirên bê mirov kefş hatiye kirin û hate gotin k udi di navbera 2-4’ê Nîsanê de li Qendîl, Zap û Heftanînê xebatên keşfê zêde kirine.