Li Şengalê wesayîteke çeteyan hat rûxandin
Li Şengalê wesayîteke çeteyan hat rûxandin
Li Şengalê wesayîteke çeteyan hat rûxandin
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê (NÇR-HPG) ragihand li Şengalê wesayîteke dewriyeyê ya çeteyan di kemîna gerîlayan de hatiye rûxandin.
NÇR-HPG’ê wiha got: “6’ê Cotmehê saet 20.00’an li ser rêya di navbera gundê Cudalê û Şengalê de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî wesayiteke dewriyeyê ya çeteyan çalakiya kemîndanînê pêk hatiye. Di çalakiyê de wesayîta çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara çeteyên di vê wesayîtê de mirine nehatiye zelalkirin.”
NÇR-HPG’ê diyar kir ku 7’ê Cotmehê (îro) saet di navbera 00.00 û 01.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîne.