Li Şengalê dijî çeteyan çalakî: 7 çete mirin
Li Şengalê dijî çeteyan çalakî: 7 çete mirin
Li Şengalê dijî çeteyan çalakî: 7 çete mirin
Yekîneyên Berxwedana Şengal û gerîlayên HPG’ê li Şengalê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) der barê çalakiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û gerîlayan li Şengalê pêk anîn de agahî da.
Têkildarî çalakiya têde 7 çete hatin kuştin wiha hat gotin: “9’ê Cotmehê (îro) saet 01.00’an de hêzên me yên gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) li gundê Xayale yê girêdayî Şengalê li hemberî maleke ku 15 çeteyên DAIŞ têde bûn bi çekên giran û şexsî çalakiyek pêk anîn. Li vir 7 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Gerîlayên me li vir çekeke keleşnîkoş hildane. Çeteyên din ên mane reviyane.”