Li Şengalê 9 çete hatin kuştin

Li Şengalê 9 çete hatin kuştin

NÇR-HPG’ê têkildarî êrîşên li hemberî çeteyên DAIŞ ên li Şengalê daxuyaniyek weşand. Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YBŞ’ê li Şengalê pêk anîn de 9 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir 14’ê Cotmehê saet 22.00’an li ser rêya mezin a Şengal-Rojava gerîlayên HPG’ê û hêzên YBŞ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîne. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. NÇR-HPG’ê da xuyakirin ku wesayîteke çeteyan jî hat rûxandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “13’ê Cotmehê saetên nîvro de li gundê Sinûnê yê girêdayî Şengalê de Yekîneyên Parastina Şengal (YBŞ) çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa 14’ê Cotmehê saet 22.00’an li gundê Solak ê girêdayî Şengalê de hêzên YPŞ’ê çalakiyek kemîndanînê pêk anîne û çeteyek hatiye kuştin.”

NÇR-HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir 14’ê Cotmehê saet 16.00’an li gundê Hergan ê girêdayî Şengalê de li derdorê fabrikaya çîmento ya nêzî vî gundî de, gerîlayên HPG’ê yên liv û tevgera çeteyan ferq kirin bi çekên ferdî û giran li wan xistine û li vir jî 3 çete hatine kuştin.