Li Şengalê 62 hezar îmze hatin komkirin
Li Şengalê 62 hezar îmze hatin komkirin
Li Şengalê 62 hezar îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê her diçe eleqe zêde dibe. Bi vê armancê li Şengalê, kû pêwîstbû 50 hezar îmze werin komkirin lê heta niha jimara îmzeyan gihiştiye 62 hezar.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, li Ewrûpa û gelek welatên din kampanya komkirina 5 milyon îmze hatiye destpêkirin. Li Herêma Kurdistanê jî bi armanca piştgirî dayîna vê kampanya biryar hatibû girtin ku di 1’ê Gulana 2013’an de, ji bo komkirina yek milyon îmze kampanya were destpêkirin.
Di kampanya ku mehek û nîv ser re derbazbûye de heta niha li bajar, navçe, bajarok û gundên Herêma Kurdistanê bi sedhezeran îmze hatine komkirin. Li Şengalê jî ku Kurdên Êzêdî lê jiyan dikin berî meh û nivê kampanya hate destpêkirin û armanca devera Şengalê komkirina 50 hezar îmze bû. Duh li gorî însyatîfa kampanya îmzeyan ya Şengalê hate ragihandin, li Şengal û bajarokên wê yên binavê Sunûn û Tilezêr stand danîne û heta niha 62 hezar îmze hatine komkirin. Herwiha însyatîfê da zanîn ku, kampanya wê li devera Şengalê berdewam dike.
Însyatîfa kampanya îmzeyan ya Şengalê da diyar kirin ku, li devera wana Yeketiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) û Hizba Komînîst a Kurdistan ji bo komkirina îmzeyan piştgiriya xwe dan nîşakirin û beşdarî komkirina îmzeyan bûne.