Li Şengal û Kerkûkê çalakiyên gerîla: 6 çete hatin kuştin

Li Şengal û Kerkûkê çalakiyên gerîla: 6 çete hatin kuştin

Li Şengal û Kerkûkê, di çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 6 çete hatin kuştin.

Çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şengal û Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di du çalakiyên cuda yên roja Yekşemê de herî kêm 6 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya NRÇ-HPG, gerîlayan di 5'ê Cotmehê saet di 18:00 de, li gundê Heyalê yê Şengalê li komeke çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Çalakiyeke din a gerîlayan li Kerkûkê pêk hat. Li gorî vê yekê, gerîlayan di 5'ê Cotmehê saet di navbera 10:00 û 20:00 de, li gundê Sediyê yê Kerkûkê bi çekên giran li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di dema çalakiyan de hatiye tespîtkirin ku çeteyan bi kamyonek bi TNT dagirtî hewl dane li dijî gerîlayan çalakiya sabotajê lidar bixin û gerîlayên bi vê hesiyane, kamyon rûxandine.