Li Şengal û Kerkûkê 9 çete hatin kuştin
Li Şengal û Kerkûkê 9 çete hatin kuştin
Li Şengal û Kerkûkê 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li gundê Varga Xaliya yê herêma Şilo ya Şengalê, di 12'ê Cotmehê de gerîlayan ji sê baskan ve çalakî lidar xistine. Hat ragihandin ku di heman rojê de li Kerkûkê jî hêzên gerîla bi hewldana çeteyan a xweberdana nav gundê Abdila Xanim hesiyane û li çeteyan dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên gerîla di 12'ê Cotmehê saet di 21:00 de li gundê Varga Xaliya yê li herêma Şilo ya Şengalê, ji sê baskan ve li dijî çeteyan çalakî lidar xistine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyan kemîn danîne pêşiya hêza çalakiyê, kemîn zû hatiye dîtin û bi çekên ferdî gerîla bi bandor li çeteyan xistine û hat gotin, "Li vir 7 çete hatine kuştin. Baskekî din ê hêza me bi giranî li du malên çete lê bûn dane. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vir nehatiye zelalkirin. Her wiha di 12'ê Cotmehê saet di 18:00 de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li hemberî çeteyan çalakiyeke sûîkastê lidar xistine û li vir jî çeteyek hatiye kuştin."
Navendê diyar kir ku di 12'ê Cotmehê saet di 18:00 de çeteyan hewl dane xwe berdin nava gundê Abdila Xanim ê Kerkûkê û got, "Hêzên me yên gerîla zû bi vê hewldana çeteyan hesiyan û bi xurtî li çeteyan dan. Li vir jî çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar bû."