Li Şemzînanê cerdevan rê li gundiyan digirin

Li Şemzînanê cerdevan rê li gundiyan digirin

Hate îdia ku, li gundê Tuyî yê ku 3 kîlometre dûrê Barageha Harûna a Şemzînanê ye, cerdevanan li ser riya gund bi darê zorê ji gundiyan pere girt û yên ku pere nedayî jî rastî tund û zordariyê hatîne. Hat ragihandin ku, riya gund ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê hate îdiakirin ku, şevê din ji aliyê cerdevanan ve ji gundiyê bi navê Enver Kirmizigul yê ku diçû gundê Tuyê pere hatiye xwestin. Dema ku Kirmizigul pere nedaye rastî tehdayiyê hatiye. Piştî nîqaşan cerdevan li gundan belav bû û gef li gundiyan xwarin. Rê li gundên bi navê Tuya jorin, Tuya jêrîn, Warêsîvî, Kola û Nirdoşê hat girtin, ketin û derketina gundan qedexeye.

Li gorî çavkanîyê herêmê cerdevanan kemîn avêtiye ser rê û gundiyan radiwestînin. Her wiha cerdevana kamyon kişandine ser rê û rê birîne. Gundiyê ku ji Geverê dixwaze biçe gundê Tuyê yê binavê Emîn Kirmizigul wiha got: "Ji duh ve cerdevan li gundan terorê didin meşandin. Li Qamyonan siwarbûn û dixwazin gundiyan bixin nava şer û pevçûnan. Kemîn avêtine gelek cihan li benda me rawestiyane. Ev rewş wê heya kengê berdewamke, ev saziyên ku bi vê karî ve mijol dibin pêwîste di demekî kin de bikevin dewrê û vê pirsgirêkê çareser bike. Heger pêşî li bûyeran neygirtin, dema pêş bikeve tu kes nikare pêşî lê bigre."