Li Şehîdgeha Şêbil Qasim a Şengalê merasîm
Li Şehîdgeha Şêbil Qasim a Şengalê merasîm
Li Şehîdgeha Şêbil Qasim a Şengalê merasîm
Tevgera Ciwanên Şengalê ku beriya bi demekê hatibû damezrandin, çû serdana gorên cangoriyên berxwedana Şengalê yên li Şehîdgeha Şêbil Qasim.
Îro li Çiyayê Şengalê komek ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şengalê, ji Navenda Tevda heta Şehîdgeha Şêbil Qasim meşek lidarxistin û li wir, li ser gorên şervanên YBŞ û gerîllayên HPG yên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmek lidar xistin.
Ciwan ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve hatin pêşwazîkirin.
Di destpêkê de ji bo Şehîdên Şengalê û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şengalê Rênas Ezdeşêr axaftinek kir û got, “Em ê heta serkeftinê û azadkirina Şengalê, li ser rêya şehîdan bimeşin.”
Piştre ciwanê bi navê Heso Brahîm helbestek diyarî hevalê xwe yê şehîd Zinar kir.
Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Xelîl Hecî û Heso Brahîm ku piştre axivîn jî, bal kişandin ser rola ciwanan a di rizgarkirin û parastina Şengalê de.
Merasîm bi dirûşmaya, "Şehîd namirin" bi dawî bû.