Li sê qereqolên li Şemzînanê leşkerên bi pere tên bicihkirin
Li sê qereqolên li Şemzînanê leşkerên bi pere tên bicihkirin
Li sê qereqolên li Şemzînanê leşkerên bi pere tên bicihkirin
Hat hînbûn, artêşa Tirk leşkerên bi pere li qereqolên Bêsosin, Serê Silo û Berojê yên Şemzînanê bicih kiriye. Hat hînbûn, li navenda navçeya Agirî Diyadinê jî, tîmên taybet hatine veguhestin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku leşkerên li qereqolên Bêsosin, Serê Silo û Berojê yên Şemzînanê hatine derxistin û di şûna wan de leşkerên bi pere têne bicihkirin.
LI DIYADÎNÊ, TÎMÊN TAYBET DAKETIN SÛKÊ
Ji aliyê din ve, hat ragihandin li navenda navçeya Agirî Diyadinê, tîmên taybet hatine veguhestin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, tevî tîmên taybet hejmareke zêde maşînên zirxî dakete sûkê.
Tê gotin, tîmên taybet û panzerên leşkeran li navenda navçeyê digerin, ev jî rê li ber fikar û gumanan vedike.