Li Şaxê ji bo Rojava meş

Li Şaxê ji bo Rojava meş

 Li Şaxê yekemîn salvegera  "Şoreşa Rojava" bi meşeke girseyî hat silavkirin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê  bi sedan Kurdistaniyên ku piştî xwarina fitarê li Taş Kopru ya navenda sûkê hatin gel hev ber bi Mizgefta Navendê ya Şaxê ve meşiyan. Di meşê de ligel pankartên "Meşa azadiyê silav dikin", "Hezar silav ji Şoreşa Rojava re” alên  PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Girseyê timûtin dirûşmayên "Bijî berxwedana gerîlla", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG" gotin. Piştî meşa ku li ber mizgeftê bi dawî bû Endamê Meclîsa Ciwanan a Şaxê ya BDP’ê Taner Balka, destnîşan kir ku ew kesên di “Şoreşa Rojava” de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin û got, “Divê şert û mercên tenduristiyê yên Rêber Apo werin başkirin û ji bo muzakere baş bi rê ve biçin pêwîst e Rêber Apo azad bibe.”

Piştî axaftinan girse careke din bi dirûşmayan ber bi Taş Kopru dest bi meşê kir.