Li Rûsyayê rêxistinên Kurd piştgirî dan Kobanê
Li Rûsyayê rêxistinên Kurd piştgirî dan Kobanê
Li Rûsyayê rêxistinên Kurd piştgirî dan Kobanê
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê xebatê xwe didin meşandin bi daxiyaniyeke çapemeniyê êrîşên DAIŞ'ê bi tundî şermezar kirin û bangawazî li hêzên navneteweyî kirin ku pişgiriyê bidin Kobanê.
Serokê Rêxistinên Kurd ên li paytexta Rûsyayê Moskowê xebatê xwe didin meşandin ji bo balê bikşînin ser êrîşên komên çete DAIŞ ên li ser kantona Kobanê, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li avahiya Mala Kurdan hat dayîn de Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şemoyev, Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil û Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev amade bûn.
Di daxuyaniyê de Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şemoyev axivî û got: “Şerê ku li Kobanê tê meşandin ne şerekî ji rêzê ye. Gelê Kurd bi hemû hêza xwe hewl dide ku destketiyên xwe li vê qadê biparêze. Lê komên çete yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî û bi taybet Tirkiyê dixwazin van desketiyên Kurdan ji destê wan bigrin. Li beramberî komkujiyên çeteyên hov DAIŞ bêdengiya hêzên navnetewyî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ev di haman demê de tê wateya ku ew jî hevkarê wan e. Her wiha em wek Kurdên li Rûsyayê dijîn li bendê ne ku Rûsya jî alîkariyê bide gelê me.”
Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil jî di axaftina xwe de diyar kir ku, bi giranî dewleta Tirk sînor Kobanê girtiye û gelê dixwaze piştgiriyê bide berxwedana Kobanê asteng dike.
Kamil wiha axivî: “Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike lê li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Kurd têk biçin û qetil bibin çi ji destê wê tê dike. Bi taybet hikûmeta AKP ji destpêkê ve bi hêzên radîkal ên îslamî re di nav têkîliyê de bûye. Niha jî bi piştgiriya dide van hêza re dixwaz li Kobanê komkujiyê bike. Çeteyên hov ên DAIŞ bi piştgiriya ku ji Tirkiye werdigire ewqas dikare bi ser Kurdan de were. Pêwîste dewleta Tirk dev ji van emelê xwe yê kirêt berde. Em bi hemû nefret û kîna xwe êrîşa DAIŞ şermezar û lanet dikin. Ti hêzên tarî û reş nikarin roja gelê Kurd tarî bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev jî axivî û got: “Bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşên komên hov DAIŞ ên li ser kantona Kobanê bi ti awayî nayê qebûl kirin. Pêwîste gelê Kurd di yekîtiya xwe de û di sîstema xwe ya xweseriya demokratîk de israr bike. Çi dibe bila bibe hemû Kurdên bi şeref û namûs pêwîste xwedî li Kobanê derkevin. Divê li hemû cîhanê Kurd dengê xwe bilind bikin û komên çete DAIŞ û hevkarên wê şermezar bikin. Pêwîste ev berxwedan di wê aste de be ku çi dewletên Eweropa, çi Amerîka û çi jî NY bi helwesta Kurdan biheje ji bo parastina Kobanê tu riyê din nîne. Parastina Rojavayê Kurdistanê û rêya parastina tevahî gelê Kurd di vê re derbas dibe. Ger em îro tiştekî nekin û li bende bin êrîşên hewayî pirsgirêka me çareser bike em ê xwe bixapînin. Em ê wendahiyê mezin bidin. Ji bo wê jî bêyî ku mirov dem winda bike heya ku ji dest mirov tê çalakiyên girseyî neyên rawestantin û çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û herîkîna li ser sîrnorê Kobanê û rakirina sînor ji holê karê yekemîn ku em bikin e. Bi vî awayî em dikarin DAIŞ a ku bûye belaya serê gelê me ji holê rakin.”