Li Roma Arena dirûşma "Her der Kobanê her der berxwedan"
Li Roma Arena dirûşma "Her der Kobanê her der berxwedan"
Li Roma Arena dirûşma "Her der Kobanê her der berxwedan"
Berxwedana dîrokî ya Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ'ê, raya giştî ya Îtalyayê xist nava tevgerê. Di çalakiyên xwedîderketina li Kobanê de vê carê dostên Kurdan, hêzên demokratîk û çepgir ên li Îtalyayê nobed dewir girtin.
Di çalakiya duh êvarê ya li ber arena dîrokî ya li Romayê de, berxwedêrên Kobanê yên xwedî giyana gladyatoran, hatin silavkirin. Ji ber arena dîrokî dirûşma "Her der Kobanê her der berxwedan" berz bû. Balkêş bû ku hejmara Îtaliyên beşdarî çalakiyê bûn, ji Kurdan zêdetir bû.
PARÊZERÊN OCALAN JÎ BEŞDAR BÛN
Çalakiyên bêîteatiya sivîl a Kurdên li Îtalyayê di hefteya derbasbûyî de dan destpêkirin, li nav raya giştî ya Îtalyayê bersiva xwe dît. Li ser banga bêîteatiya sivîl a tora piştevaniyê ya bi navê rete Kurdistan, duh êvarê saet di 19:00 de li ber arena Romayê meşeke bi meşale hat lidarxistin. Di çalakiyê de Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Paolo Ferrero, Alîkarê Serokê Komîsyona ewlekariyê ya Tevgera Pênc Stêrk ( 5 Stelle) ya bi pêşnûmeyekê Kobanê xist rojeva parlamenta Îtalyayê Massimo Artini, Filistînî, koma sosyalîst a bi navê La Comune, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Arturo Salerni û Mario Antonio Angelelli, Yekîtiya Hiqûqnasan a Demokratîk amade bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn û nûnerên sazî û partiyên tevlî çalakiyê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan anîn ziman.
PARTIYA KOMUNÎST A ÎTALYA: EV BÊDENGÎ ŞERMA ÎTALYA YE
Destpêkê ji Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk Simonetta Crisci mafê axaftinê kir. Piştre Sekrterê Giştî yê Partiya Komunîst Paolo Ferrero peyivî. Ferrero der heqê bêdengiya hikûmeta Îtalyayê ya li pêşberî berxwedana Kobanê de got, "Ev bêdengî şerma Îtalyayê ye. Tevî ku serokê demê yê Yekîtiya Ewropayê ye jî ji bo Kobanê nakeve nava tevgerê." Ferrero axaftina xwe bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî" qedand.
Nûnerê însiyatatîfa bi navê La Comune jî di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa li Kobanê diqewime mijareke însanî ye û destnîşan kir ku ew heta dawiyê destekê didin berxwedanê.
Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin ku PKK ji nav lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Ewropayê bê derxistin.
Çapameniya Îtalî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Corriere Della Sera, Rai 1, France Press, Republica û gelek rojnamevanên serbest çalakî ji nêz ve şopandin.


