Li rojhilatê Kobanê şer bi dijwarî didome
Li rojhilatê Kobanê şer bi dijwarî didome
Li rojhilatê Kobanê şer bi dijwarî didome
Li eniya rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de di asta herî bilind de didomin.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê dane, şer pevçûn li eniya rojhilatê Kobanê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de di asta herî bilind de heta niha didomin. Çeteyên DAIŞ'ê çekên herî giran li dijî bajarê Kobanê bikar tînin û rastî bersiva şervanên YPG'ê yên bi çekên sivik şer dikin, tên.
Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê bajar bi hewanan topbaran dikin.
Şer û pevçûn li her du eniyên rojava û rojhilatê Kobanê heta kêliya amadekirina vê nûçeyên jî didomiyan.