Li rojhilatê Kobanê erîşên çeteyan hatin şkandin
Li rojhilatê Kobanê erîşên çeteyan hatin şkandin
Li rojhilatê Kobanê erîşên çeteyan hatin şkandin
Şer û pevçûnên pir dijwar duh êvarê heya serê sibê li rojhilatê Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê didomin. Çeteyên DAIŞ’ê 2 caran êrîş birin ser rojhilatê Kobanê û rastî berxwedana tund a şervanên YPG’ê hatin. Di encam de her du êrîşên çeteyan hatin şikandin û bi dehan çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, şer û pevçûnên pir dijwar duh êvarê heya serê sibê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê rû dan. Çeteyên DIAŞ’ê şevê din 2 caran êrîşî rojhilatê Kobanê kirin û rastî bersivdayîna tund a şervanên YPG’ê hatin.Di encam de her du êrîşên çeteyan hat şikandin û bi dehan çete hatin kuştin.
Her wiha dîsa şevê din heya serê sibê şer û pevçûnên dijwar li girê Miştenûrê berdewam kirinn. Çete ji girê Miştenûrê ve bi tank û topan Kobanê topbaran dikin.
Şer û pevçûn li her sê eniyên Kobanê berdewam dikin.