Li rojhilatê Kobanê 3 êrîşên çeteyan hatin şikandin

Li rojhilatê Kobanê 3 êrîşên çeteyan hatin şikandin

Şer û pevçûnên giran li her sê eniyên Kobanê dewam dikin. Duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê sê caran êrîşî rojhilatê Kobanê kirin û êrîşên çeteyan hatin şikandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, şer û pevçûnên dijwar li her sê eniyên Kobanê dewam dikin.

Her wiha duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê sê caran êrîşî rojhilatê Kobanê kirin. Êrîşên çeteyan rastî  bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin û bi dehan çete hatin kuştin.

Li her sê eniyên Kobanê şer û pevçûnên dijwar dewam dikin.