Li rojhilat û başûrê Kobanê çeteyan derbên giran xwarin
Li rojhilat û başûrê Kobanê çeteyan derbên giran xwarin
Li rojhilat û başûrê Kobanê çeteyan derbên giran xwarin
Li rojhilat û başûrê Kobanê 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şer û pevçûn bi giranî didomin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA'yê ji herêma Kobanê, li rojhilatê Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên rû dan. Di van pevçûnan de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li eniya Başûrê Kobanê jî çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşî çeperên YPG'ê bikin û rastî bersiva hêzên YPG'ê hatin. Hewldana çeteyan vala derket û 6 çete hatin kuştin.
Di serî de rojhilat li her sê eniyên Kobanê şer û pevçûn di asteke giran de didomin.
Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li hemberî berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê xwe negirtin, êdî welatiyên sivîl armanc digrin. Çeteyan bi tank, top, fûza, hawan û hemû cure çekên giran taxên bajarê Kobanê ku welatiyên sivîl têde hedef girtin.