Li Rojavayê Kurdistanê seferberî!
Li Rojavayê Kurdistanê seferberî!
Li Rojavayê Kurdistanê seferberî!
Bi zêdebûna êrîşên komên El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê re, gel diherike navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê. Li gelek bajaran, gel ji bo biçe ser rabû ser piyan.
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin li bajarên Tirbêspiyê, Girkê Legê û Dêrikê, gel herikî navendên YPG'ê. Însiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê li gel kir û ji ciwanan jî xwest, cihê xwe di nava refên YPG'ê de bigirin.
STASYONA PETROLÊ KET DESTÊ YPG'Ê
Li herêma Rimêlan li gundên Cinêdiyê, Girhok û Yusufiyê komên çekdar êrîş pêk anîn û di navbera wan û hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Di pevçûna li gundê Girhok de Stasyona Petrolê ya girêdayî Şîrketa Dîcleyê ji destê komên çekdar yên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra hate girtin.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku yekîneyên wan îro serê sibehê îstasyona bi navê "Girhoka Başûr" ku di navbera Çilaxa û Til Koçer de ye, ji destê komên çekdar rizgar kirine.
Çavkaniyan diyar kir di şerê ku 2 saetan dom kir de bi dehan endamên komên çekdar hatin kuştin û cenazeyê kuştiyan di destê YPG'ê de ne.
ÇELAXA, DÊRIK
Pevçûnên li herêma Çelaxa û Dêrikê, şevêdin jî dom kirin. Hate ragihandin ku şevêdin komên çekdar bi hawanan êrîşî herêma Til Elo ya li ser riya navnetewî û gundê Siwêdiyê kirin. Di êrîşên ku heta derengiya şevê dom kirin de, kuştî û birîndar çênebûn.
SERÊKANIYÊ HAT BOMBEKIRIN
Li Serêkaniyê jî ku ev 3 rojbûn li ser riya Hesekê dîsa pevçûnan destpê kiribû, komên çekdar xwe paşve kişandin. Komên çekdar ên ku ji Serêkaniyê hatine derxistin û li herêma Til Xelef a 4 kîlometre dûrî bajêr bicîh bûne, şevêdin jî bi topan êrîşî bajêr kirin. Di êrîşên ku heta saet derdora 02.00’an dom kirin de li Serêkaniya Binxetê 2 welatî birîndar bûn. Li Serêkaniya Serxetê jî welatiyê bi navê Şukru Kahraman û 2 zarokên wî birîndar bûn. Kahraman li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li Serêkaniya Binxetê niha bêdengiyek heye, lê rewşa aloz didome.
GIRÊ SPÎ (TIL EBYAD)
Li bajarê Til Ebyad jî pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de dom dikin. Hate ragihandin ku pevçûn cîh bi cîh dom dikin, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê piştî ku komên çekdar êrîşî benda YPG’ê yê li gundê Mezluman û benda Mehemed Diyar kirin, pevçûnên ku derketine didomin. Di pevçûnan de 10 endamên komên çekdar hatin kuştin.