Li Rojava yekemîn konferansa Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî
Li Rojava yekemîn konferansa Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî
Li Rojava yekemîn konferansa Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî
Yekemîn konfransa Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ku ji tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 200 rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan tevlî bûn, piştî nîqaşên li ser avakirina civaka demokratîk û xwezayî, bi qebûlkirina rêziknameyê û biryarên girîng bidawî bû.
Yekemîn konferans Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ku li bajarê Amûdê li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrîsaet di 10.00‘an de destpê kir, bidawî bû. Konferansa ku ji tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê zêdetir 200 nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan tevlî bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.Li salona ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah, Nûrî Dêrsimî û Sakîna Cansiz, her wiha pankartên, “Şoreş bê guhertina ramanê tuneye“ û “Bê ramana azad jin û civak azad nabin“ hatibûn dalqandin ji bo dîwana konferansê Erîfa Bekir, Melevan Resul û Hisên Şawîş hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartina dîwanê, beşek ji paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xwendin. Di konferansê de Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed jî axaftina vekirinê kir û bal kişand ser rola ramanê ya li hemberî zulm û zordariya li ser civakên paşve mane. Ehmed, destnîşan kir ku civakîbûn jî bi ramanê pêk hatiye û bi pêşketina ramanê jî civakîbûn pêş ketiye.
Piştî axaftina vekirinê pêşnûmaya rêziknameya Saziya Ramanê ya Nurî Dêrsimî li beşdaran hate belavkirin û li ser nîqaş hatin kirin. Di çarçoveya nîqaşan de li ser navê saziyê, sembola wê û şertên endamtiyê û perwerdekirina wan, rêbazên rêxistinkirina saziyê nirxandin û pêşniyar hatin kirin.
Di encama nîqaşan de ev biryar hatin girtin:
- Salê carekê wê bi beşdariya nûnerên hemû herêman kongre bê lidarxistin. Hemû biryar wê di vê kongreyê de bêne girtin.
- Li ser navê saziyê wê meclîsek ji 35 kesan bê avakirin. Ev 35 kes wê ji nûnerên hemû herêman, di kongreyê de bêne hilbijartin.
- Komîteya rêvebir û serokatiya wê bê diyarkirin.
Di konferansê de her wiha lijneyên “perwerde”, “lêkolîn û lêgerînê”, “Hişmendiya civakî”, “Ragihandin”, “Perwerdeya jinê” hatin avakirin. Dîsa biryar hat girtin ku pirtukxane li hemû şaxên saziyê bêne vekirin.
Di konferansê de biryar hate girtin ku komîtiyên hatine avakirin piştî vegeriyan herêmên xwe, li wan deran meclîsan ava bikin, bi hemû rewşenbîr û nivîskaran re hevdîtinan pêk bînin. Piştre jî wê civînek berfireh çêbibe û komîtiya rêvebir û serokatiya saziyê bê hilbijartin.
Di dawiya konferansê de ji bo ku biryarên di konferansê de hatine girtin li ser rêziknameyê bêne zêdekirin, lijneyek ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin.