Li Rojava qonaxa 4. a kampanya îmzeyan ji bo azadiya Ocalan
Li Rojava qonaxa 4. a kampanya îmzeyan ji bo azadiya Ocalan
Li Rojava qonaxa 4. a kampanya îmzeyan ji bo azadiya Ocalan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Bajarê Hesekê dest bi qonaxa 4. a Kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Bajarê Hesekê dest bi qonaxa 4. a Kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Di çarçoveya kampanyayê de PYD’ê serdana navenda Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê ( El- Partî ) Şaxê Nesreddîn Îbrahîm û Encumena Eşîrên Kurd li Cizîrê kir.
Ehmed Ebdullqadir Endamê ( El- Partî ) di pêşwazîkirina PYD’ê de ev pêngav pîroz kir û wiha got: ‘’Em jî dengê xwe tevlî dengê gelê xwe dikin û dibêjin pêwîste Rêber Apo azad bibe. Azadiya ramanê nayê girtin û mirovê ku ji bo ramanê xwe were girtin pêwîste were azad kirin. Rêber Apo jî ji ber ramanên xwe hatiye girtin. Her wiha ji me û her kesî tê xwestin ku em dengê xwe bidin ji bo azadiya Rêber Apo.’’
Her wiha endamê Encumena Eşîrên Kurd li Cizîrê Fewaz Bengo, jî bangewazî li hemû Eşîrên Cizîrê kir ku tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan bibin û diyar kir ku kilîta çareseriya pirsgirêka kurd azadiya birêz Ocalan e.