Li Rojava, dema fermîkirina rêveberiya gel e
Li Rojava, dema fermîkirina rêveberiya gel e
Li Rojava, dema fermîkirina rêveberiya gel e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Şahîn Cîlo da xuyakirin ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re ji keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re bersiv hatiye dayîn û bal kişand ser lehengiyên mezin ên gelê Rojava di vê rê de. Cîlo ji bo keda hatiye dayîn mayinde bibe, bal kişand ser garantîkirina deskevtiyan û destnîşan kir ku pêwîste sala duyemîn a şoreşê bibe sala serketinê. Cîlo got, "Êdî dem dema, pûçkirina êrîşên li dijî gelê Kurd, wergirtina berdêla hatiye dayîn, navdanîna û fermîkirina rêveberiyê ye."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Şahîn Cîlo, bi wesîleya yekemîn salvgera şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li İRojavayê Kurdistanê der heqê mercên beriya şoreşê, pêvajoya şoreşê û piştî şoreşê de bersiv da pirsên ANF'ê.
Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê hûn dikarin behsa rewşa li Rojava bikin, mercên gav bi gav ber bi şoreşê ve diçû çibû?
Di destpêka sala 2011'an de li welatên Ereban tevgereke gel a bi navê "Bihara Ereb" dihat binavkirin, lê em jê re dibêjin "Bihara Gelan" hebû. Vê rewşê bandor li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî kir. Li Sûriyê rejîmeke dîkta hebû. Di sla 1963'an de bi hatina ser desthilatdariyê ya Baas re, serî li qanûnên leşkerî, rewşa awarte û rêbazên zorê dan. Gelên Sûriyê demeke dirêj bi vî rengî hatin rêvebirin. Bi destpêkirina "Bihara Gelan" re gelê Sûriyê ji vê derê cesareteke mezin girtin û serî hildan, dîwarên tirsê hilweşandin. Bi vî rengî li Sûriyê pêvajoya serîrakirinê destpê kir.
Li Rojavayê Kurdistanê jî, pêvajoyeke berxwedanê ya xwedî paşerojê hebû. Dikarim bêjim ku me ev berxwedan beriya bi dehan salan dan destpêkirin. Di salên 1960 de li dijî gelê Kurd polîtîkaya zextê û asîmîlasyonê dihat meşandin. Piştî ku Sûriye di sala 1946'an de ji bin mêtîngeriya Fransayê rizgar bû û serweriya xwe îlan kir, ji wê demê ve ev polîtîkayên li dijî Kurdan hebû, lê di dema Baasê de kûrtir bûn. Di salên 2000 de jî Tirkiye û rejîma Sûriyê li dijî Kurdan Peymana Edenê mor kirin û asta zextan zêde kirin. Lê belê gelê Kurd mîna gelên din ên li Sûriyê serî netewand û herî dawî di sala 2004'an de li dijî komkujiya li Qamişloyê berxwedaneke mezin nîşan da. Dema Bihara Gelan destpê kir jî gelê Kurd bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bû. Bihara Gelan şert û mercên li Rojava baş kir û bi vî rengî şoreaş 19'ê Tîrmehê destpê kir.
Ji bo rizgariya bajarên Kurdan, ji bo şoreşa 19'ê Tîrmehê planeke berê hatibû amadekirin hebû?
Mirov dikarin vê mijarê ji du aliyan ve "Amadekarî bi çi rengî hatin kirin" û "Herêmên Kurdan çawa rizgar bûn" binirxînin. Ya rast, planeke xwe ji bo pêvajoya şoreşê amade dikir û rizgariya herêma Kurdan hedef digirt, tinebû. Li gel vê, pêvajoya şoreşa rojava bi vîna gel pêk hat. Lê rizgarkirina herêmê ji mêj ve di nava têkoşîna me de hebû.
Dema amadekarî hatin kirin, bi kîjan astengiya re rû bi rû man?
Li Rojava di destpêkê de li pêşiya Şoreşê du astengî hebûn. Yek ji van "tirsa rejîmê" ya salên dirêj di dilê gel de bû. Ji ber zextên salên berê, gel nekarî tirsa ji rejîmê ji ser xwe biavêje, ji ber vê yekê destpêkê beşdariyeke qels pêk hat. Astengiya duyemîn jî, nêzîkatiya qanihkirinê ya ciwanên Kurd ên Şoreşa Sûriyê dimeşandin bû. Şert datanînin pêşiya Kurdan. Li gorî wan, divê Kurd xwe înkar bikin, ne bi rengê xwe lê bi rengê Sûriyê tevlî şoreşê bibin. Ev yek jî ji aliyê ciwanên Kurd ve bi hin aliyan hatibû qebûlkirin.
Ji bo ev astengî ji holê bên rakirin, sal, sal û nîvek beriya 19'ê Tîrmehê kar hatin meşandin. Ji bo tirsa dijmin ji nava gel derkeve, mînakên lehengiyê hatin nîşandan û gavên şoreşî hatin avêtin.
Dema ev kar dihatin meşandin, nêzîkatiya hêzên mûxalîf û dewletê ya li Kurdan beriya 19'ê Tîrmehê çi bû?
Herdu aliyan jî Kurd înkar dikirin. Dewletê dixwest Kurdan bike alîgirê xwe û li dijî mûxalîfan bikar bîne. Di berdêla ê de jî wê ti maf nedabûya Kurdan. Li hemberî vê jî, mûxalîfan dixwestin Kurdan bikşînin gel xwe û bêyî mafekî bide wan, li dijî rejîmê bide şer kirin. Bi kurtasî herdu aliyan jî dixwestin Kurdan weke leşkerekî bikar bînin.
Li hemberî van nêzîkatiyan sekna Kurdan çi bû?
Bêguman Kurdan ev qebûl nekirin û çalakiyên ji bo şikandina tirsa dewletê pêk anîn. Bi pêşegniya TEV-DEM'ê çalakî hatin kirin û gavên dîrokî hatin avêtin. Yekemcar li gundekî ser bi Efrînê dibistana zimanê Kurdî hat vekirin. Dîsa saziyên civakî yên ser bi tevgera Kurd, dest bi kampanya xizmeta gel kirin, mazot belav kirin û xebatên pratîkî yên paqijkirina kolanan meşandin. Bi vê yekê re, bi rêya hilbijartinan meclîsên gel hatin avakirin. Dîsa ciwanên Kurd cara yekemîn çûn dibistanên seretayî û navîn ên dewletê û dersên Kurdî dan. Ev yek di heman demê de li dijî asîmîlasyonê gaveke girîng bû. Ji ber ku li herêmê hêza dewletê nema, nekarî li dij derkeve. Ev hemû pêşketin, di nava gel de tirsa ji rejîmê ji holê rakir û bandora dewleta ya li ser civakê jî pûc bû.
Ji aliyê din ve li dijî nêzîkatiya hêzên mûxalîf gavên girîng hatin avêtin. Meşên Înê yên li gelemperiya Sûriyê hatin meşandin, gelê Kurd yekemcar li Rojavayê Kurdistanê li ser navê xwe pêk anîn, bi rengê xwe beşdarî şoreşa Sûriyê bûn. Li gel vê, Kurdan meclîsên xwe ava kirin û bersiva "em ser bi xwe ne" dan. Ev yek darbeyeke mezin li siyaseta înkarê jî bû.
Yanî rêya sêyemîn beriya 19'ê Tîrmehê zelal bû...
Rast e, Kurdan xwe nêzî rejîmê û mûxalîfan nekirin û weke hêzeke sêyemîn rengê xwe nîşan dan. Kurdan sal û nîvek beriya 19'ê Tîrmehê şikil û rengê siyaseta xwe diyar kirin û bi 19'ê Tîrmehê re hêza xwe nîşan dan.
Şoreşa 19'ê Tîrmehê çawa destpê kir, destpêkê plana rizgarkirina bajaran hebû, yan jî li gorî şert û mercên demê pêk hat?
Ya rast, gava pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir, planek li ser "bajar wê çawa bên rizgarkirin" tine bû. Lê nêrîn û bawerî hebû ku pêvajoyeke dişibe ya li Iraqê wê bê jiyîn. Her weha nêrîneke "Rejîm wê têk biçe, emê li herêmê bimînin", "Emê bi hêzên mûxalîf re têbikoşin" hebû. Lê di pratîkê de encamên cûda derketin holê, ku ev jî rastiya şoreşê bû. Li gortî şert û mercên şoreşê, planeke xwezaayî derket holê. Ev yek bi sekna qels a rejîm û hêzên mûxalefetê ya li dijî Kurdan ve girêdayî ye. Yanî li dijî vê qelsiyê, bi bandora hêza şoreşê pêk hat û bi awayekî xwezayî derket holê. Ev jî endameke şoreşê bû. Hêzên civakî û leşkerî yên TEV-DEM'ê jê re pêşengî dikir, hêza gel bi xwe bû.
Stratejiya azadkirina bajaran, bi 3 qonaxan pêk hat. Di qonaxa yekemîn de gund û herêmên bejahî yên rejîm lê qels bû hedef hatin girtin. Şoreşê ji van deveran destpê kir, hêzên YPG'ê li van deveran bicih bûn. Di qonaxa duyemîn de jî, destdanîna ser saziyên xizmetê yê dewletê di hedefê de bûn. Gelek saziyên mîna elektrîk, av, navendên ciwanan hatin desteserkirin. Hêzên rejîmê li navendên leşkerî heps bûn, ku ji xwe ew jî di rewşeke lawaz de bûn. Di qonaxa sêyemîn de jî ev navend hatin bidestxistin. Yanî rizgariya bajaran, ji nişka ve nebû. Di encama pêvajoyeke çend mehan de derket holê. Ev pêvajoya ji Kobanê destpê kir, ji bilî Qamişlo li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê belav bû.
Çima Kobanê, ji bo destpêkirina şoreşê taybetmendiyeke vî bajarî heye?
Belê taybetmendiyeke Kobanê heye. Du sedemên bingehîn ên destpêkirina şoreşê ji vê derê hene. Ya yekemîn, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya TEV-DEM wê temsîl dike, herî zêde li Kobanê birêxistin bû. Hêzên şoreşê herî zêde li vê derê bicih bûbûn. Sedema duyemîn jî, cihê ku herî zêde dewlet lê qels e Kobanê bû. Bajarên derdorê ketibûn destê mûxalîfan, lewma têkiliya hêzên dewletê yên li Kobanê bi Helebê re qut bûbû.
Planeke di 19'ê Tîrmehê de Kobanê azad bibe, tinebû. Tevgera Azadiyê, pêvajoya azadkirinê ya YPG'ê weke mehekê hesab kiribû. Lê belê di 18'ê Tîrmehê de li Sûriyê pêşketinên girîng rû dan. Li navenda krîzê ku navgînên biryardayînê yên dewletê heye, teqîneke mezin rû da û gelek rayedar mirin, yanî dewlet bê rêveberî ma. Di şeva 18'ê Tîrmehê bi 19'ê Tîrmehê ve girê didan de, Artêşa Azad a Sûriyê bajarên Cerablûs, Minbic ên li derdora Kobanê bi dest xistibû. Bi vî rengî li Kobanê hêza dewletê bêbandor mabû. Li ser vê yekê Tevgera Azadiyê û YPG'ê biryar da êvara 19'ê Tîrmehê bajêr azad bike. Bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bi heman rêbazê hatin azadkirin.
Piştî pêngava azadkirina bajaran, dihat bîra we ku "di demeke ewçend kurt de, bêyî şerê giran bê dayîn bajar werin bidestxistin" an jî hûn di wê baweriyê debûn ku "wê pirsgirêk dernekeve"?
Der heqê herêma Cizîrê de fikar û guman hebûn, ji ber ku dewlet li vê herêmê bi hêz bû. Ji ber vê yekê gumana ku wê şer derkeve hebû. Ji xwe di 21-22'ê Tîrmehê de di dema azadkirina Dêrikê de şer derket. Ji hêzên dewletê gelek leşker û payebilind mirin. Hêzên şoreşê jî şehîdê xwe yê yekemîn (Hevalê Bawer) li vir da. Li bajarên din ên herêma Cizîrê heman zehmetî derketin. Lê belê der heqê herêma Efrînê de gumaneke bi heman rengî tinebû. Ji ber ku Efrîn mîna qeleha Tevgera Azadiyê bû.
Bi azadkirina bajaran re, nêzîkatiya gelê Kurd û pêkhateyên din çi bû?
Ji bilî nêzîkatiyên gel, dewletên Tirkiyê û Ereb û hikûmeta herêmê ya Başûrê Kurdistanê di nava gumanan debûn ku bi çi rengî vê pêşwazî bikin. Ji bilî vê, gel ji ber ku ji zext û dîlgirtinê rizgar bûbû, kêfxweşiya xwe dianî ziman. Dîsa pêkhateyên etnîkî jî erênî nîşan dibûn. Di heman demê de ev rewş weke rizgariya xwe dîtin û dest bi beşdariyeke aktîf li nava refên şoreşê kirin.
Nêzîkatiya hêzên derve çawa bû? Wê demê Tirkiyê digot ew vê rewşê weke sedema destwerdanê dibînin.
Tirkiye der heqê Sûriyê û Rojava de xwedî planê bû. Hesab dikir ku Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) wê Rojava bi dest bixe û bi vî rengî ji bo destwerdana li Sûriyê li herêmê qadeke tampon ava bikin. Lê dema ev pêk nehat, Tirkiyê dest bi êrîşan kir. Êrîşên li Efrîn û Qestel Cîndo encama vê bûn. AAS şer dikir, lê çekên Tirk bikar dianîn. Bi awayekî zela diyare ku di êrîşên li Serêkaniyê de tiliya Tirkiyê heye. Hikûmeta Herêmê ya Başûrê Kurdistanê jî destpêkê nerazîbûn nîşan da, dûre neçar ma rewşê bipejirîne.
Weke ku tê zanîn Kurdên li Rojava weke vîn nedihatin qebûlkirin. Bi şoreşê re helwest û nêzîkatiya hêzên navnetewî çi bû?
Despêkê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê qebûl nedikirin, weke hêzeke li derveyî Sûriyê didîtin. Bêguman di vê mijarê de rola hin derdorên Kurd û Tirkiyê mezin e. Ji ber vê yekê di salên destpêkê yên şoreşê de Kurd li derve hiştin. Lê piştî ku dîtin Kurdan bajarên xwe rizgar kirine û li dijî êrîşan li ber xwe didin, êdî fêm kirin ku li vir vînek heye û ev yek jî xwe dispêre hêza gel. Ji ber vê yekê neçar man qebûl bikin û dest bi têkilîdanîna bi Tevgera Azadiyê re danîn. Niha jî bi rêya Konseya Bilind a Kurd re hatiye qebûlkirin ku Tevgera Azadiyê li Cenevreyê bê temsîlkirin.
Li hemberî nêzîkatiyên xweranegirtina li rewşa li Rojava ya li derve û hundur û li dijî êrîşan helwestek çawa hat nîşandan? Di warê siyasî û civakî de pergaleke bi çi rengî ava bû?
Li herêmên din ên Sûriyê, mûxalîfan alîkariya maddî û leşkerî dikarîbûn ji derve bistînin û sînorê wan jî vekirî bû. Lê belê gelê rojava di mercên zehmet û zextê de mînaka lehengiyeke mezin nîşan da. Dewletên cîran sînorên xwe girtin, AAS rêyên diçûn bajarên Kurdan girtin û rejîmê jî bi heman rengî gelek êrîş kirin. Li gel vê jî gelê Kurd têkoşîna xwe dewam kir û destpêkê dest avêt saziyên xizmetê. Dûre di warê parastin, asayîş, çand, civak, edalet û herî dawî jî di warê ekonomiyê de sazîbûna xwe pêk anî. Bi kurtasî gelê Rojava xwe bi xwe xwedî kir.
Li qada dîplomasiyê xebateke çawa hat meşandin, deskevtiyên çawa hatin bi destxistin?
Destpêkê kêmasî hebûn, hêzên navnetewî li dij dediketin. Lê belê dema li Rojava vînek derket holê û Konseya Bilind a Kurd ava bû, li qada dîplomasiyê jî pêşketin rû dan. Bi Rûsya, Çîn û gelek hêzên li Ewropayê re têkilî hatin danîn. Tirkiye gelekî li dij derdiket, lê belê di encama serketina siyaseta Kurd de ew jî neçar ma qebûl bike. Qebûlkirina beşdariya Kurdan bi vîna xwe li civîna Cenevreyê jî, serketineke dîplomatîk e.
Dema mirovan van hemû pêşketinan li ber çavan bigirin, dikarin behsa avakirina pergalekê li Rojava bikin?
Bêguman, ev bi hêsanî dikare were gotin. Saziyên bingehîn ên civak xwe bi xwe rêve dibe, ava bûne. Weke hêza parastina bingehîn YPG xwe kiriye sazî, ewlekariya bajaran jî ji aliyê hêzên asayîşê ve tê kirin. Dîsa saziya edaletê, saziya pêşxistina ekonomiya civakî, saziyên xizmet, hilberîn û çandê ava bûne. Mînak; li vir rejîm tineye lê belê pergaleke perwerdeyê ya ji dibistana seretayî heta dibistana amadeyî heye.
Başe, hûn vê pergalê bi çi rengî bi nav dikin? Di gelek daxuyaniyan de behsa Netewa Demokratîk û Xweseriyê tê kirin. Mirov dikarin behsa pergaleke xweser li herêmê bikin? Pêkhateyên etnîkî û bawerî yên din, vê pergalê qebûl dikin?
Ya li vê derê pêk tê, pergala netewa demokratîk e. Ev pergal hemû pêkhateyan diparêz e û hemû pêkhate dikarin bi rengê xwe tê de cih bigirin. Destpêkê baş qala vê pergalê nehat kirin, kêmasî xwe dan der. Lê belê piştre xebatên teorîk Û pratîkî hatin meşandin, bi taybetî li dijî polîtîkayên rejîm û mûxalefetê yên zerarê didin gel, pergala netewa demokratîk hat naskirin û êdî hat qebûlkirin. Şêweya vê pergalê li qada siyasî; Xweseriya Demokratîk jî, êdî tê avakirin.
Ev pergal, li dijî berjewendiyên hêzên derve û navnetewî ye, ji be vê yekê hêsan xuya nake. Bûyerên di rojên dawî de li Rojava diqewimin jî vê nîşan didin. Dîsa êrîşek li dijî vîna siyasî heye. Hûn van hemûyan çawa dinirxînin?
Li Rojava ev saleke rêveberiyek ava bûye û ev rêveberî ya herî demokratîk a Rojhilata Navîn e. Vê pergalê, herêma Rojava weke herêma herî bi ewle parast. Li Sûriyê hilweşîn tê jiyîn, li ev herêm ewle ye. Ev yek bi tena serê xwe ji bo gelên Sûriyê mînake. Lê belê li dijî vê polîtîkayên reşkirinê yên hêzên navnetewî û herêmê dewam dike, di heman demê de êrîşê dikin. Destpêkê propaganda "alîgirên rejîmê ne" derdixistin pêş, dûre dest bi êrîşan kirin. Dema ev bi ser nexistin, vê carê hewl da ji hundur ve tevlîheviyê derxîne û kesên mîna Abdulbasît Seyda derxistin pêş. Bi vî rengî hewl dan Konseya Bilind a Kurd belav bikin û nûnerên sexte yên Kurd derxînin holê.
Li dijî vê rêyeke çawa tê şopandin?
Dixwazin vîna li herêmê bişkînin û di çavê pêkhateyên etnîkî û baweriyan de reş bikin. Lê belê gelê Kurd bi fedekariyeke mezin pergala xwe ava kiriye. Ji xwe di rewşa heyî de rêveberiyek heye, lê nav lê nehatiye kirin. Êdî dem hatiye gelê Kurd êrîşên li dijî xwe pûc bike, berdêla keda xwe werbigire, nav li rêveberiya xwe bike û wê fermî bike. Ev jî dibe vîna Rojavayê Kurdistanê. Saziyên vê pergala gel navê wê lê bike, wê temam bibe. Divê ji niha û pê ve nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan.
Bi dîtina we, ev pergal wê bandoreke çawa li Sûriye û Rojhilata Navîn bike?
Li gorî encaman, wê bandoreke mezin lê bike, ji ber ku ezmûneke serketî ye. Ev pergala ku deshilatdariyê nake hedef, civakî ye. Lewma hemû sazî wê bi hêza civakê ava bibin. Pergala wê ya ekonomiyê, wê li dijî pergala kapîtalîst civakê esas bigire. Hêzên wê yên dîplomasî, parastin û asayîşê jî bi heman rengî be. Yanî li dijî deshilatdariyê wê bibe hêza civakê, nexweşiyên deshilatdariyê wê nejî. Kêmasî wê rû bidin, lê belê van kêmasiyan civak bi xwe wê çareser bike.
Herî dawî, hûn asta heyî ya şoreşa 19'ê Tîrmehê çawa dinirxînin û der heqê dema pêş de peyama we çiye?
Beriya her tiştî divê em gelê xwe pîroz bikin, ji ber ku pêngaveke serketî pêk aniye. Dîsa kedeke mezin a 20 salan a Rêber Apo li Rojava heye û piştî dîlgirtina xwe jî bi Rojava re gelekî eleqedar bû. Rojavayê Kurdistanê, di nava Têkoşîna Azadiyê de xwedî 4 hezar şehîdan e. Dîsa di şoreşa Rojava de jî xwedî bi sedan şehîdan e. Keda şehîdan û Rêber Apo, ne belasebeb bû û berhema wê hat stendin. Şoreşek hat jiyîn, lê hînê kêmasiyên wê hene. Dîsa êrîş û xeterî di rojevê de ne. Ji ber vê yekê divê têkoşîneke xurtir bê meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê di sala duyemîn de hêza xwe derxîneke asteke bilindkir û ev sal wê bibe sala serketina ku ji aliyê hemû hêzan ve were qebûlkirin.