Li Rojava daxwaza doktorên serbixwe biçin Îmraliyê
Li Rojava daxwaza doktorên serbixwe biçin Îmraliyê
Li Rojava daxwaza doktorên serbixwe biçin Îmraliyê
Li Efrînê rêxistin û saziyên civakî yên sivîl daxwaz kirin ku komîteya doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê.
Li Efrînê bi dehan endamên Meclîsa Gel a bajêr hatin cem hev û der barê rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de daxuyaniyî dan . Di daxuyaniyê de silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hate şandin û ev tişt hate gotin: ''Serok Apo jiyana me ye, rêya azadî û hebûna me ye. Lewre tenduristiya Rêber Apo me elaqedar dike. Em tenduristiya Rêber Apo bi rêya çapemeniyê dişopînin ku pêdiviya Serok Apo bi muayinê heye.''
Di berdewama daxuyaniyê de hate xwestin ku di zûtirîn dem de komîteya doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê û ev tişt hate gotin: ''Em amadene ji bo parastina tenduristiya Rêber Apo her tiştî bikin.''
Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 27᾿ê Tîrmeha 2011᾿an û vir ve parêzer neçûne serdana Ocalan û hate diyarkirin ku di 27᾿ê Tîrmehê de bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan meş were lidar xistin.
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê jî bi heman armancê endamên Mala Gel hatin cem hev û daxuyaniyî hate dayîn. Di daxuyaniyê de helwesta Tirkiyê hate şermezarkirin û hate xwestin ku di zûtirîn dem de komîteya doktoran a serbixwe biçe Îmaraliyê û rewşa Ocalan lêkolîn bike. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankiririn ku tenduristiya Ocalan tenduristiya Gelê kurd e.
Endamên Rêxistina Yekîtiya Star a Jinan li Rojava jî bi heman armancê li ber navenda perwerdeya jinan daxuyaniyî dan. Di daxuyaniyê de helwesta Tirkiyê ya beramberî Ocalan li dij mirovahiyê hate binavkirin û hate xwestin ku di zûtirîn dem de komîteya doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê. Daxuyanî wiha bi dawî dibe: ''Tenduristiya Ocalan tenduristiya hemû jinên kurd e. Hukûmeta Tirkiyê di kesayeta Ocalan de Gelê Kurd hedef digre.᾿̓