Li Rojava bi hezaran kesan 4’ê Nîsanê bi şahiyan pîroz kir
Li Rojava bi hezaran kesan 4’ê Nîsanê bi şahiyan pîroz kir
Li Rojava bi hezaran kesan 4’ê Nîsanê bi şahiyan pîroz kir
Li bajarên Serêkaniyê, Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya hezaran kesan şahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin.
SERÊKANIYÊ
Li bajarê Serêkaniyê saet di 10.00’an de bi sedan kesî berê xwe dan Parka 4’ê Nîsanê li Taxa Zorava. Li vir Endama Yekîtiya Star Zehra Casim axaftinek kir û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Piştî axaftinê Parka 4’ê Nîsanê hate vekirin. Piştî vekirina parkê girseya gel derbasî nava parkê bû û şitlên daran çandin. Piştî çandina daran jinan bi sloganên ku dilsoziya bi Ocalan re tînin ziman li welatiyan şekir belav kirin.
Saet di 11.00’an de jî welatî li ber deriyê parkê kom bûn û ji vir heta nava bajêr meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û slogan hatin berzkirin. Di dema meşê de li Parka Şehîd Goran ku li ser riya meşvanan bû jî rêz hate girtin û dar hatin çandin. Meşvan ji vir jî derbasî Stadyûma Rustem Cudî bûn û tevlî şahiya li vir bûn.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê li nêzî Mizgefta Eselam a Taxa Nasra “Parka Ocalan” hate vekirin û 64 şitlên daran lê hatin çandin. Piştî çandina daran ji bo zarokan pêşbirka zarokan hate pêk hat. Piştî pêşbirkê jî bi beşdariya hezaran kesan şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endamê TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed, Endamê PYD’ê Şêxmus Ehmed, Endama Yekîtiya Star Edla Şêxmus, Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Taha Ermela û Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Karker Remezan axaftin kirin. Di axaftinan de 4’ê Nîsanê li gelê kurd hate pîrozkirin. Piştre Koma Tolhildan stran û govend pêşkêş kirin. Şahî heta saetên êvarê dom kir.
Li aliyê din PYD, Meclîsa Biratiya Gelan û Meclîsa Gel a Taxa Miftî, li Parka Ermela şitilên darên zeytunan çandin. Li Taxa Tilhecer jî duh êvarê endamên Meclîsa Gel a Taxê û Saziya Malbatên Şehîdan li parka taxê dar çandin. Her wiha li ber Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Miftî jî şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku posterên Ocalan hatibûn daliqandin de Koma Tolhildan stran gotin û girseyê jî li ber govend gêrand.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê Yekîtiya Star û Meclîsa Gel a Bajêr li parka ku li rojhilatê Mizgefta Sultan e şahiyek lidar xist. Di şahiyê de navê, “Parka Ocalan” li parkê hate kirin. Di şahiya ku saet di 11.00’an de destpê kir de û bi sedan kes beşdar bûn de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, PYD, YPG, her wiha pankartên, “Rojbûna Ocalan rojbûna me ye”, “4’ê Nîsanê roja rojbûna gelê kurd e” hatin vekirin.
Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama Yekîtiya Star Zelal Ciger axaftinek kir û li ser girîngiya rojê ya ji bo gelê kurd rawestiya. Piştî axaftinên helbestên ku girêdana bi Ocalan re tînin ziman hatin xwendin. Piştî şahiyê girseyê li parkê şitilên darên Snowber û seru çandin. Di dema çandinê de Koma Zîlan stran gotin û girseyê jî govend gêrandin.
Duh êvarê jî li ber Navneda Perwerde û Zanistê ya Jinê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku bi sedan kes beşdar bûn de helbestvan Ferhadê Merdê helbest xwendin. Piştre jinan pasteya rojbûnê birîn û li welatiyan belav kir. Şahî bi stran û govendê bidawî bû.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo li Dibistana Şehîd Aysel a li Taxa Qenatswês şahiyek bi beşdariya sedan kesan hate lidarxistin. Di şahiya ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hate organîzekirin de Dayikên Aştiyê, endamên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Suriyê jî amade bûn. Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Koma Şehîd Rihan stran pêşkêş kirin. Piştre Endama Yekîtiya Star Henîfe Xelîl axaftinek kir û li ser girîngiya 4’ê Nîsanê. Piştre Koma Botan û Koma Zelal stran û govendên xwe pêşkêş kirin.
Li gundê Qîra yê girêdayî Qamişlo jî Meclîsa Gund şahiyek lidar xist. Her wiha li parka Mala Gel bi beşdariya sedan kesan dar hatin çandin. Piştî şahî û dar çandinê gundî çûn serdana navenda YPG’ê ya li gundê Gebeka û şekir li endamên YPG’ê belav kirin. Li vir jî endamên YPG’ê û gundiyan dar çandin.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê jî li bakûrê bajêr bi tevlîbûna Dayîkên Aştiyê û endamanê Tevgera Ciwanên Şoreşger Parka Şoreş hate vekirin. Ciwan piştre jî çûn navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi baxçeyê navendê dar çandin.
Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Bajêr jî bi beşdariya sedan kesan şahiyek hate lidarxistin. Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endama Yekîtiya Star Rihan Mehemed û Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rustem Temê axaftin kirin. Piştî axaftinan komên bi navê Şehîd Xebat, Şehîd İlwan û Şehîd Sebrî stran pêşkêş kirin. Şahî bi govendê bidawî bû.
Li gundê Meeşuqê jî bi beşdariya dehan kesan bi navê “Parka Rêber” parqek hate vekirin û dar hatin çandin. Piştî çandina daran şahî hate lidarxstin û li ber stranan govend hate gêrandin.