Li Roboskiyê Pêncşema 82’emîn
Li Roboskiyê Pêncşema 82’emîn
Li Roboskiyê Pêncşema 82’emîn
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdoganê ku sozê dide dê doza komkujiya Roboskiyê di kunên tarî ên Enqereyê winda nebe, Malbatên Roboskî didin diyarkirin ku 575 roje ji bilî hewildana veşartina qetilkirina 34 kesan tiştek din nehatiye kirin û gotin “Recep Tayîp Erdoganê ku dibêje ez Serokwezîrê 76 milyonî me, hûn û hikumeta we kujerên 34 xizmên me ên beriya 575 roj berê hatin qetilkirin demek ji demekê zûtir radestî edaletê bikin.”
Malbatên Kurd ên 34 xizmên wan li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve di encama bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirk de hatin qetilkirin, ji bo kujerên komkujiyê derbixin holê, li ser gorên xizmên xwe çalakiya Pêncşema 82’emîn pêkanîn. Li ser navê malbatan daxuyanî Welî Encu da. Encu da diyarkirin ku, li rexmî li ser komkujiyê re 575 roj derbazbûn jî hêjan yên fermana komkujiyê dane û pêkanîne aşkera nekirine. Encu got: “Li rexmî li ser bûyerê re meh jî derbazbûn, di van rojên ku kujerên komkujiyê dernexistine holê, li ser navê xizmên me û birayên me ên jiyana xwe ji dest dane em xemgînî û şerma xwe tînin ziman.” Encu bibîrxist ku soza dê doza Komkujiya Roboskiyê li quncikên Enqereyê winda nebe û piştî 533 roj derbazbûn Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar “bêpeywiriyê” tê girtin û ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê re tê şandin. Encu da diyarkirin ku, “Nayê qebûlkirin ku hedefgirtina 34 kesên sivîl û bombebarankirina wan bihinceta biqusur kuştina mirovan ji dozgeriya leşkerî re bişînin. Ev biryarekî nayê qebûlkirine û piştî wê jî cara duwem parêzerê me li dijî vê biryarê îtîrazkirin û îtîraz hate redkirin. Bi yek peyvê ev neheqiye, bê hiqûqiye.”
Encu destnîşan kir ku, Serokwezîr Erdogan ê soz dabû ku doza Komkujiya Roboskî wê di kunên tarî yên Enqereyê de winda nebe, 575 roj in, ji bilî ku kujerên 34 kesan veşêre, delîlên komkujiyê tarî bike û êşan tevlî êşên dayikan bike tiştek nekiriye û wiha berdewam kir: "Muxatabê wan tiştên ku me vegot misoger Recep Tayyîp Erdogan ê ku dibêje ez serokwezîrê 76 milyon mirov im û hukûmet e. Kujerên 34 mirovên xwe yên ku beriya niha 575 rojan hatin qetilkirin radestî darazê bikin. Ma qey em negihiştin rojên ku sebra me bi dawî bibe û bigihêje selametê? Li gorî egera ruhê demê ma wextê ku em rastiyan biaxivin û wextê edaletê nehat?”
Encu wiha berdewam kir: "Em malbatên Roboskî em dibêjin ku ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ya herî rasttir ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest ji gavên bêsamimiyet berdin.”