Li Rihayê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Şevê din maşîneya ku ji Rihayê ber bi Bêrecûkê ve diçû di derketina ji bajêr de qeza kir. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.
Şevê din saet li dor 02.00'an di navbera Riha û Bîrecîkê de di kîlometreya 35'an de maşîneya plakeya wê 63 YU 733 ku Alî Çakici yê 42 salî ajokariya wê dikir, qeza kir.
Di qezayê de Ajokar Alî Çakici ê 42 salî û Salîh Aker 49 salî di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Abdurahman Akyuz ê 39 salî jî bi giranî birîndar bû. Akyuz rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê. Cenazeyên Çakici û Aker jî rakirin morga nexweşxaneyê