Li Qoserê meşa bi meşaleyan hat lidarxistin
Li Qoserê meşa bi meşaleyan hat lidarxistin
Li Qoserê meşa bi meşaleyan hat lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li navçeya Mêrdîn Qoserê, meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li taxên Bahçelîevler û Qoserê, meşek bi meşaleyan hat lidarxistin. Li gel endamên DBP, HDP, MEYA-DER û Dayikên Aştiyê gelek kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn û alên PKK û YPG'ê hatin vekirin. Meş, bêyî bûyereke neyînî biqewime, bi dawî bû.