Li Qilsê operasyon

Li Qilsê operasyon

Li Geliyê Puxut ê navçeya Qisleyê bi tevlîbûna helîkopteran operasyon hatibû destpêkirin û operasyon berdewam dike.

Hatibû îdîakirin ku du roj berê li çoltarê navçeya Qilsê ya Dêrsîmê gerîlayên HPG'ê hinek wesayîtên kar, sotemînî, makîneyên daribirînê ên fîrmayekî taybet ên li daristanê dar dibirîn şewitandibûn. Hatibû gotin ku 2 kes jî ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatibûn girtin. Piştî bûyerê ji Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê helîkopter sewqî herêmê hatibûn kirin û li qadê operasyon hatibû dest pê kirin. Operasyona li Geliyê Puxut hatibû destpêkirin heta derengî şevê berdewam kir. Li heman herêmê tevgera helîkopteran hêj didome.

Piştî vekişîna gerîlayên HPG'ê li Dêrsîmê tevgera leşkerî berdewam dike. Bi taybet li geliyên Pilemuriye û Munzurê wesayîtên leşkerî digerin.