Li Qilabanê amadekariyên operasyonê
Li Qilabanê amadekariyên operasyonê
Li Qilabanê amadekariyên operasyonê
Hate ragihandin ku li Qilabana Şirnexê ji aliyê Fermandariya Tugaya Gulyazi ya li ser sînor e amadekariyên operasyonê têne kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Fermandariya Tugaya Gulyazi ya li ser sînorê Bakur û Başurê Kurdistanê ye di nav amadekariyên operasyoneke berfireh de ye.
Di çarçoveya operasyonê de yekîneyên ji hin cihên cuda anîne tugayê, hat zanîn ku di du rojên pêşiya me de tê plankirin ku cihên bilind ên herêmê ji aliyê helîkopterên Kobra û bi topên hewanan were bombekirin.
Her wiha hat îddîakirin ku piştî bomberdûmanê, wê leşker hewl bidin bikevin cihên ku ji ber hebûna gerîllayan nikarin bikevinê.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku operasyona behsa wê tê kirin di çarçoveya fermana ku beriya niha bi du mehan hatiye dayîn hatiye plankirin. Li gorî vê, artêşa Tirk li gir, gelî û çiyayên ku heta niha ji ber hebûna gerîllayan nikarîbû bikeviyê keşfan dike û cîhazên teknîkî bi cih dike. Cîhazên bi qasî paketa cigareyê mezin li wan deran dixe bin erdê û car caran jî li cihên ku dar pirr in bi cih dike. Her wiha hat gotin ku ev operasyon bi esasî ji bo bicihkirina cîhazên teknîkî û bi armanca “ewlekariya sînor” e