Li Qilaban û derdorê wê 215 kes bûn cerdevan

Li Qilaban û derdorê wê 215 kes bûn cerdevan

Li 14 gund û 2 bajarokên navçeya Qilabanê ya Şirnexê 215 kes bûn cerdevan.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da destpêkirin û piştî wê jî KCK’ê agirbest îlan kir, di nava civakê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd birêyên aştiyane û demokratîk hêviyek di nava gel de çêbû. Lê li rexmî van pêngavan dewleta Tirk li ser sînoran qereqolên nû ava dike û ji aliyekî din ve jî qadroyên cerdevana zêde dike.

Bi destpêkirina pêvajoya ku Ocalan dayî destpê kirin re, nîqaşên rakirina sîstema cerdevaniyê ketin rojêvê, heta Alîkarê Wekilê Koma CHP’ê Sezgîn Tanrikulu pêşniyara zagonekê pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê kir ku, sîstema cerdevaniyê bê rakirin, lê belê derket holê ku, bi taybet li gund, naveç û bajarên sînor ji welatiyan re kadroyên cerdevaniyê vekirin û çekan li welatiyan belav dikin. Li bajarokên Sêgirkê û Dêra Hînê û gundên Mergeh, Yekmal, Andaç, Elemun, Gelamus, Şîfrezan, Aluş, Roboskî û Bêcuh jî di nav de 14 gundên naçveya Qilebanê ya Şirnexê bi gitşî 215 kes kirin cerdevan.

'EV HEWILDAN BÊSAMÎMIYETA HIKÛMETÊ NÎŞAN DIDE'

Edamê Meclîsa Giştî yê BDP'ê Îrfan Encu diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji mexduriyeta mirovan îstîfade dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd bi taybet gundê Roboskî û Qilabanê hewildanên welatiyan bike cerdevan dike. Hikûmeta mirovan li gorî mexduriyetê wan bikartîne. Bi taybet kadroyên cerdevaniyê yên dan gelê Roboskiyê bêsamîmiyeta hikûmetê ya li hemberî Kurde. Heke hikûmeta AKP'ê bixwaze alîkariyê bide gel rêbazên din jî hene. Ji xwe cerdevanên herêma me bi salane dernakevin operasyonan û tiştekî din jî nakin. Ligel vê yekê hikûmet qadoryên cerdevaniyê dide gelê herêmê û li ber çavê dinê wan biçûk dixe. Gelê me mexdure lê wisa alîkarî nayê kirin. Zextên cerdevaniyê li gelê me dikin. Ji gel re tu qadên din ên xebatê nahêlin û ji cerdevaniyê re zextan dikin. Ev yek jî şerma hikûmeta AKP'ê ye. Heke bixwaze dikare ji vî gelî re kargehekê ava bike û qada xebatê pêk bîne. Lê li şûna vê yekê dest bi xebatên dê çawa vî gelî biçûk bixîne dike."