Li Qibrisê çalakiya ji bo Kobanê

Li Qibrisê çalakiya ji bo Kobanê

Li Qibrisê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê dewam dikin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tên protestokirin.

Kurdistanî li Qibrisê li qada çalakiyan bûn. Kurdistaniyan îro li paytext Nicosiayê li ber Konsolosiya Fransayê çalakî lidar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. 

Di çalakiya ku desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê hat protestokirin de, desteka Fransayê ya ji bo nîqaşên li ser herêma tampon jî hat şermezarkirin.

Girseya gel xwestin welatên Ewropayê dawî li bêdengiya xwe bînin, alîkariya çekan bidin YPG'ê. Girseya gel piştî çalakiyê çû ber parlamenta Qibrisê ku ev 10 roj in lê konê çalakiyê hatiye vedan.