Li Qersê 3 kesên hatin binçavkirin hatin berdan

Li Qersê 3 kesên hatin binçavkirin hatin berdan

Serokê BDP'a Qersê Şerafettin Îldirim, Serokê Navçeya Navendî ya BDP'ê yê Qersê Kemal Bulgan û Endamê KCD'ê Şemistan Ayazdir hatin binçavkirin. 3 kesên hatin girtin serbest hatin berdan.

Li Qersê Serokê BDP'a Qersê Şerafettin Îldirim, Serokê Navçeya Navendî yê BDP'a Qersê Kemal Bulgan û Delegeyê KCD'ê Şemistan Ayazdır, li kolanê dema diçûn rêxistina BDP'ê ya Qersê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

3 kesên hatin binçavkirin hat zanîn ku bi hinceta tev li daxuyaniya şermezarkirina 15'ê Sibatê bûne hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Qersê. 3 kesên hatin binçavkirin piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin li Dozgeriyê serbest hatin berdan.