Li Qendîlê şahiya 4’ê Nîsanê
Li Qendîlê şahiya 4’ê Nîsanê
Li Qendîlê şahiya 4’ê Nîsanê
Li herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin.
Roja 5’ê nîsanê li binarê Qendîlê ji aliyê Rêxrawî Jinanî Azadîxwezî Kurdistan RJAK ve şahiyek ji bo 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk hat. Şahiya 4’ê nîsanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, di vê şahiyê peyama Ocalan hate xwendin.
Piştre mûmên pasteya 64 rojbûna Ocalan ji aliyê dayîkên aştiyê û dayîkên şehîdan ve hatin pêxistin, paste bi dirûşim û tilîliyan hate birîn.
Her wiha peyama Rêxrawî Jinanî Azadîxwezî Kurdistan û peyama Hemwelatiya Azad û Yeksan hatin xwendin û di van peyaman de hate gotin:
“Dayîkbûan Rêber Apo dayîkbûna gelê kurd e, em bi hêvî û baweriya ku emê di sala 2014’an de bi Rêberê xwe re dayîkbûna wî pîroz bikin.”
Her wiha gelek hunermendên weke Erol Berxwedan, Hemîd Mustafa, Kerîm Surçî, Koma Botan ya Rojavayê Kurdistanê, Nûra Koyî, Koma Sonya ya zarokên Qendîlê û Koma Raperîn ya Raniya bi şano û folklorê beşdarî vê şahiye bûn.
Gelek kes ji Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî di vê şahiyê de amede bûn û bi sedan kes beşdarî vê şahiyê bûn. Di şahiyê de dirûşimên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin qêrîn. Şahî bi girtina gûvendee bi dawî bû.