Li Qelqeliyê 5 kes hatin binçavkirin

Li Qelqeliyê 5 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Wan Qelqeliyê, di serdegirtinên malan ên îro danê sibê de 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wan Qelqeliyê, polîsan îro danê sibê li taxên Stasyon, Karkali, Cûmhûriyet û Sugeçerê avêtin ser malan. Di serdegirtinên ku tê gotin bi hinceta beşdariya li çalakiyên protestoyî yên li hemberî êrîşên li dijî Kobanê de, welatiyên bi navê Abdûrrahman Okatmaz, Hîkmet Hamzaoglû, Adem Akdogan, Azîz Çalişan û Necîp Dûrû hatine binçavkirin û ew birine emniyetê.