Li Qeladizê meşa 'Kobanê ne bi tenê ye!
Li Qeladizê meşa 'Kobanê ne bi tenê ye!
Li Qeladizê meşa 'Kobanê ne bi tenê ye!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li bajarê Qeladiz ê Başûrê Kurdistanê hat protestokirin. Li Qeladizê, bi pêşengiya PÇDK û RJAK'ê, meşek hat lidarxistin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê, bi meşeke ji aliyê PÇDK û RJAK'ê ve hat organîzekirin, hat şermezarkirin.
Meşa ji ber Mizgefta Gribdaxê destpê kir heta parka giştî dewam kir. Li vir ji PÇDK'ê Elî Qadri daxuyaniyek da û bal kişand ser berxwedana mezin a şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyan. Qadir got, "Êrîşa li hemberî Kobanê êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd."
Qadir da xuyakrin ku berxwedana Kobanê peyama "Ji ku derê tê bila bê, gelê Kurd û YPG, YPJ, HPG û YJA Star ên vîna gel diparêzin, wê heta dawiyê şerê hebûnê bimeşîne" daye tevahiya cîhanê. Qadir diyar kir ku DAIŞ û hevkarên wê dê nikaribin gelê Kurd û nirxên gelê Kurd di şexsê Kobanê de bixin bin kontrola xwe.
Qadir got, "Gelê Kurd heta roja îro berdêl daye, wê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkeve."
Peyama RJAK'ê jî Awaz Îsmaîl xwend. Îsmaîl ragihand ku YPG/YPJ wê rê nedin komkujiyeke din a mîna Şengalê û got, "Li hemberî êrîşên ku îro bi destê hêzên sermayedar bi barbarî tên kirin, berxwedaneke bi heybet tê nîşandan."
Îsmaîl destnîşan kir ku dilê gelê Kurd li Kobanê lê dine û got, "gelê Kobanê ne bi tenê ye."






