Li Qamişloyê kongreya xwendekaran pêk aht
Li Qamişloyê kongreya xwendekaran pêk aht
Li Qamişloyê kongreya xwendekaran pêk aht
Yekemîn Kongreya Desteya Bilind a Xwendekarên Kurd li Sûriyeyê li Bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Yekemîn Kongreya Desteya Bilind a Xwendekarên Kurd li Sûriyeyê duh êvarê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxa bi beşdariya xwendekaran, nûnerên partiyên siyasî, kordînasyona ciwanan, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Serokê ENKS’ê Fêsel Yûsif li Bajarê Qamişlo hate lidarxistin
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Encumanî Niştimanî Kurdî (ENKS) Fêsel Yûsif axivî. Fêsel, bal kişand ser rola xwendekaran di pêşeroja Sûriyeyê de. Piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî. Xelîl, bal kişand ser êrîşên hêzên rêjîmê ya li dijî endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ku, di encamê de 3 endamên YPG’ê jiyan xwe ji dest dan û diyar kir ku mebesta hêzên rêjîma Sûriyê ewe ku careke din desthilatdariya xwe li ser îradeya gel ferz bike.
Xelîl, bal kişand ser rola xwendekaran di avakiririna civakê de û destnîşan kir ku pêwîste her kesek di Rojavayê Kurdistanê de xwedî nêrîn û raman be, lê pêwîste ew nêrîn û raman di çarçoveya xizmet û berjewendiyên gel debin. Xelîl, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo xwendekar karibin rola xwe ya di nava civakê de baş bilîzin pêwîste dengê xwe bikin yek.
Endamê komîteya amadekar a Kongreya Desteya Bilind ya Xwendekarên Kurd li Sûriyê Noda Îsa bal kişand ser rewşa xwendekaran di zaningehê Sûriyê de. Her wiha Îsa li ser pêwîstiya avakirina Desteya Bilind a Xwendekarên Kurd li Sûriyê jî rawstiya.
Kongre bi xelatkirina 20 xwendekaran bidawî bû.