Li Qamişloyê amadekariya merasima YPG’yiyan

Li Qamişloyê amadekariya merasima YPG’yiyan

Di saetên serê sibê de bi sedan kes ji bo ku tevlî merasîma cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên ku duh di encama êrîşa hêzên rejîma Baasê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber Mizgefta Qasimo kom bûn.

Cenazeyên endamên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ya YPG’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku duh êvarê dema ji karê xwe yê asayî vedigeriyan rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin û jiyana xwe ji dest dan, anîn Mizgefta Qasimo.

Piştî ku komîteya amadekar a merasîma cenaze diyar kir ku dê merasîm saet di 12.00’an de li ber Mizgefta Qasimo çêbibe, di saetên serê sibehê de bi sedan kes li ber mizgeftê kom bûn. 

Li aliyê din ji ber cenazeyan, navê meşa înê ku her hefteyê têne lidarxistin jî wekî, “Îna şehîdên Qamişlo û Helebê” hatibû guhertin û komîteya amadekar bang li gel kir ku tevlî merasîma cenazeyan bibin.

Merasîma cenaze wê saet di 12.00’an de destpê bike û wê hersê cenaze li Goristana Şehîd Delîl bispêrin axê.