Li Qamişlo û Helebê çalakiyên bersivdanê: 17 mirî 7 dîl

Li Qamişlo û Helebê çalakiyên bersivdanê: 17 mirî 7 dîl

 Piştî ku yekîneya YPG’ê li bajarê Qamişlo rastî êrîşê hat, hêzên YPG’ê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê di encama çalakiyên bersivdayînê de 3 leşker hatin kuştin û 7 jî dîl hatin girtin. Li taxa Şêxmeqûd a Helebê YPG’ê çalakiya bersivdayinê li dijî hêzên rêjîma Bass pêk anî û di encamê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê ya ku li Qamişlo li hemberî yekîneya YPG’ê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema 3 Endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Qamişlo û şervanekî YPG’ê ji karê xwe yê asayî vedigeriyan cihê xwe li Taxa Kornîş rastî êrîşî hêzên dewletê hatine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama vê êrîşa xayina ne de 3 endamên YPG’ê jiyana xweji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye.

3 LEŞKER HATIN KUŞTIN 7 HATIN GIRTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên YPG’ê çalakiyên bersivdayînê lidar xistine û ev agahî hatin dayîn: “Piştî vê êrîşa bêbextî ku 3 hevalên me şehîd ketin, hêzên me çalakiyên bersivdayînê lidar xistin. Di vê çarçoveyê de li Çerxerêya Zeytuniyê çalakiya tolhildanê hate lidarxistin. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin 2 jî esîr hatin girtin. Di heman demê de li noqteya kontrolê ya Neemetiyê jî çalak îhate lidarxistin û di encamê de 5 leşker hatin girtin. Noqteya leşkerî jî ket destêYPG’ê.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI CENAZEYAN

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku dê tola 3 endamên YPG’ê bi dijwarî bê hildan û ev bangawazî li gel hate kirin: “Emê heyfa hevalên xwe bi dijwarî bigirin. Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkeve.”

LI HELEBÊ 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê bûyerên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek nivskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hefteyeke hêzên rêjîma Sûriyeyê taxa Şêxmeqsûd topbaran dike. Di daxuyaniyê hate gotin ku duh êvarê leşkerên rêjîmê xwestin di benda kontrolê ya li Mexsela Cizîrê ya Şêxmeqsûd Şerqî bikevin taxê, lê rastî berxwedaniya hêzên YPG’ê hatin. Di encama bersivdana şervanên YPG’ê de 14 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatin kuştin û neçar man ku şûnde bizîvirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro di saetên nîvro de şervanên YPG’ê çalakiyek li cem Pira Eward lidar xistine û di encamê de 11 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Mihemd Xelîl bi nasnav Zerdeşt û Şervan Reşkîlo bi nasnav Rênas jiyan xwe jidest dane.