Li Qamişlo, Dêrik û Cindêrisê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo, Dêrik û Cindêrisê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo, Dêrik û Cindêrisê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrik, Cindêris û Qamişlo bi çandina şitilên daran, lidarxistina şahî û civînan pîrozbahî hatin lidar xistin.
DÊRIKA HEMKO
Li Dêrikê jinan bi pêşengiya Yekîtiya Star şitilên daran çandin. Jinan bi çandina şitilên daran keyfxweşiya xwe nîşan dan û gotin ku em hêvîdikin îsal bibe sala azadiya Rêberê Apo. Piştî çandina şitilan, jinan stran gotin û govend gerandin.
QAMIŞLO
Dibistana zimanê kurdî bi alîkariya komîteyên tendirustiyê, komîteya xwezayê û Meclîsa Gel a Gundê Hîmo kolanên gund paqijkirin û parka Şehîd Qasim ji bo çandina daran a roja 4’ê Nîsanê amede kirin. Şagirtên zimanê kurdî jî parka Şehîd Qasim paqijkirin û ji bo roja 4’ê Nîsanê cihê daran kolan.
Parka Şehîd Qasim di 4’ê Nîsana 2012’ an de hatibû vekirin.
CINDÊRIS
Bi heman munasebetê Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Cindêris a Efrînê civînek lidar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama Yekîtiya Star Şaha Efrîn li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rola Ocalan ya di azadiya jinê de axivî.