Li Pîranê cenderme û polîs komisyona şopandinê asteng kirin

Li Pîranê cenderme û polîs komisyona şopandinê asteng kirin

Karwana “Komisyona şopandinê” ya ji bo lêkolînan wê çûba navçeya Aricak a Elezîzê li navçeya Pîranê ji aliyê polîs û cendermeyan ve hat rawestandin.

“Komisyona şopandinê” ya pêvajoya çareseriya demokratîk dişopîne , dema ji bo lêkolînan ji Amedê ber bi navçeya Aricak a Elezîzê ket rê li navçeya Pîran hat rawestandin. Endamên komisyonê  ji aliyê polîs û cendermeyan ve hat rawestandin û  hat xwestin ku di kontrola nasname û sicîlan re bêne derbazkirin. Dema endamên komisyonê îtîraz kirin ev kontrol nehat kirin. Lê belê rayedarên polîs û cendermeyan navê kesên di karwana “Komisyona şopandinê” de ligel xwe nivîsandin.

Ligel wê wêneyên ku ji aliyê rojnamevanan ve di dema kontrolkirinê de hatin kişandin ji aliyê heman polîs û cendermeyan ve ji makînayan hatin jêbirin. Paşê “Komisyona şopandinê” derbazî navçeya Pîranê bû. Wê endamên komisyonê ji vir jî li navçeya Aricak li ber avahiya qereqola ku nû çêdibe daxuyaniyê bidin.