Li peravên Îtalyayê bi qasî 800 penaber hatin rizgarkirin

Ji ber nermbûna mercên zivistana îsal, bazirganên mirovan karê xwe yê derbaskirina penaberan di ser Derya Spî re didomînin.

Ji ber nermbûna mercên zivistana îsal, bazirganên mirovan karê xwe yê derbaskirina penaberan di ser Derya Spî re didomînin. Tîmên peravê yên Îtalyayê dan xuyakirin, ku bi operasyonan re wan bi qasî 800 penaber rizgar kirine, lê herî kêm penaberekî jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Tîmên Ewlekariya Peravan a Îtalyayê de hat ragihandin ku 782 penaberên ji Lîbyayê dihatin Îtalyayê hatine rizgarkirin. Di 8 operasyonên cuda yên bi beşdariya keştiyên saziyên alîkariyê yên însanî û welatên biyanî de, penaberên li ser 7 botên plastîk bi awayekî ewle sewqî keştiyan hatin kirin.

Hat ragihandin ku di nava penaberan de gelek jin û zarok jî hene. Li gorî agahiyan yek ji penaberên ku keştiya leşkerî Cîgala Fûlgesî ew ji nava avê derxist, jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî, ji 1 mîlyon penaberên ji destpêka vê salê û vir ve hatine welatên Ewropayê, 972 hezar di ser Derya Spî re hatine. Li gorî IOM, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve, pêla herî mezin a koçberiyê ya ber bi Ewropayê, îsal rû da.

Hejmara koçberên ji 1'ê Çileyê û vir ve li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne 3 hezar 692 ye.