Li Parka Newrozê 2 ciwan mirî hatin dîtin

Li Parka Newrozê 2 ciwan mirî hatin dîtin

Li navçeya Rezan ya Amedê di Parka Newrozê de 2 ciwanên 20 salî  mirî hatin dîtin.

Piştî ku karkerên li avahîsaziyên  derdora Parka Newrozê  dixebitîn agahî dan polîsan ku 2 ciwan li parka Newrozê jiyana xwe ji dest dane. Piştî agahîdan  polîs çûn cihê bûyerê û di lêkolînên destpêkê de piştraskir ku, mermî li serê her herdu ciwanan ketiye.

Ne hat zanîn ku, bûyer întiharê ye yan jî cînayete. Polîs hewildin ku bi telefona di berîka wan de derketî xwe bigihînin nasnameyên wan.