Li Parîsê şer: 2 mirî - HAT NÛKIRIN
Li herêma Saînt Denîs a li bakurê Parîsê, di operasyona danê vê sibehê ya polîsan de şer derket.
Li herêma Saînt Denîs a li bakurê Parîsê, di operasyona danê vê sibehê ya polîsan de şer derket.
Polîsan danê sibehê li banliyoyeke li bakurê Parîsê operasyonek pêk anî. Di perasyonê de herî kêm kesek mir. Operasyon li hemberî organîzatorên komkujiyê hat kirin.
li hemberî kesekî ku tê gotin mejiyê komkujiya Parîsê ye, operasyonek hat destpêkirin. Polîsan danê sibehê avêtins er maleke li banliyoya Saîn-Denîs.
Di operasyonê de yek jê jineke bombeya zindî 2 kes mirin. Tê gotin ku hin polîs jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan bombeya zindî ya jin, bombeyên li ser xwe teqandiye. Nasnameyên yên mirine, hînê nehat zelalkirin.
Di hedefa operasyonê de girtina Abdulhamîd Abaaûd heye ku tê gotin gumanbarê êrîşên li Parîsê. Nehat zanîn ku endamê çalak ê çeteyên AIŞ'ê Abaaûd ê 28 salî di avahiyê de heye yan na. Tê texmînkirin ku di avahiyê de ji 3 heta 5 kesan hene.
Ji ber operasyonê pêşniyar li şêniyên li banliyoyê hat kirin ku ji malên xwe dernekevin. Hemû dibistanên li navenda banliyoyê hatin girtin.
LÊPIRSÎN KÛR DIB: POLÎSAN AVÊTIN SER 300 NAVNÎŞANAN
Di vê navberê de lêpirsîna li ser komkujiya 13'ê Mijdarê kûr dibe. Ji êrîşkaran nasnameya 5'an zelal bû. Di êrîşê de 7 bombeyên zindî hatibûn kuştin. Yê 8. jî li Belçîkayê lê tê gerîn. Yê 9. jî Abaaûd ê danê vê sibehê li Parîsê operasyon li hember hat kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li gelemperiya Fransayê di navbera rojên Yekşem û Sêşemê de polîsan avêtin ser 300 navnîşanan û bi dehan kes hatin binçavkirin.